Gera 21ê ya Astanayê bi dawî bû: ‘Redkirina desthilata otonom a li bakurrojhilatê Sûriyeyê’

Hewlêr (Rûdaw) - Gera 21ê ya Astanayê ya li ser dosyaya Sûriyeyê li Kazaxistanê bi serpereştiya welatên garantor (Rûsya,Tirkiye,Îran) û amadebûna şandeyên hikûmet û opozisyona Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîranên Sûriyeyê bi dawî bû.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê Alîbek Bakayev li ser civînê got:

“Tekezî li ser girîngiya berdewambûna kar û xebatên ji bo vegerandina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê ya li ser bingeha rêzgirtinê û cîrantiya baş ji bo rûbirûbûna terorê hat kirin.”

Rojavayê Kurdistanê jî beşeke gotûbêjên Gera 21ê ya Astanayê bû.

Welatên garantor hebûna statûyeke otonom a li herêmên Rêveberiya Xweser red kir.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê Alîbek Bakayev anî ziman:

“Me rewşa bakurê rojhilatê Sûriyeyê gotûbêj kir û me ji bo bicihkirina ewlehî û aramiya berdewam a ji bo parastina serweriya axa Sûriyeyê li hev kir.

Herwiha me tekezî li ser redkirina destpêşxeriyên ji bo desthilata otonoma ne rewa bi hinceta rûbirûbûna terorê hat kirin û tekezî li ser rûbirûbûna ajandayên cudabûna dijî yekîtiya Sûriyeyê û gefa li ser ewlehiya welatên cîran jî hat kirin.”

Gera 21ê ya Astanayê bal kişand ser rewşa aborî ya xirab a Sûriyeyê û bi taybetî rewşa koçberan a li bakurê rojavayê wî welatî.

“Divê zêdebûna metirsiya jinavçûna ewlehiya xorakê li ber çavan bê girtin”

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê Alîbek Bakayev herwiha got:

“Li gor yasaya navdewletî tekezî li ser girîngiya berdewambûn û zêdebûna alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê tevî dabînkirina peredarkirina temam ji aliyê xwebexşan hat kirin.

Divê zêdebûna metirsiya jinavçûna ewlehiya xorakê û kêmbûna alîkariyan ji aliyê Programa Xorakê ya Cîhanî ve li ber çavan bê girtin.”

Yekem Gera Astanayê 23ê Kanûna Paşîna 2017an destpê kiribû.

Di 12 gerên ku di navbera 2017an û 2019an çêbûbûn de Hikûmeta Sûriyeyê bi piştevaniya Rûsyayê beşekî parêzgeha Himsê û parêzgehên Quneytre û Derayê ligel Xûteya rojhilatê Şamê ji dest grûpên çekdar ên opozîsyonê derxist ku niha tenê çavê wê li Idlib û bakurê Helebê ye.

Li gorî Berdevkê berê yê Desteya Gotûbêjan a opozîsyona Sûriyeyê Yehya el-Ureydî, Rûsya bi rêya Gerên Astanayê xwest biryara 2254ê ya navdewletî ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê bi cih bike.