ANGAŞT – Amerîka dibêje ‘Êdî ne hewce ye em li Sûriyeyê bimînin’

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku Amerîkayê vekişîne ji Sûriyeyê aniye rojeva xwe.

Li gorî çar çavkaniyên ku Foreign Policyê re axîvin lê navên wan nehatin eşkerekirin, Koşka Spî mana li Sûriyeyê êdî pêwîst nabîne û êdî naxwaze vê peywîra “nehewce” bidomîne.

Heman çavkaniyan destnîşan kir, hevdîtin tên kirin ku Amerîka dikare kengî û çawa ji Sûriyeyê vekişe.

T24ê jî ragihand ku nîqaş didomin lê Amerîkayê heta niha jî biryareke teqez nedaye.

Foreign Policyê amaje pê kir, herçiqasî DAIŞ gelekî qels bûbe jî hîn eger heye ku careke din hêza xwe bide hev.

Çavkaniyên rêveberiya Amerîkayê jî ji nûçagihanê ewlehiya niştimanî yê Politicoyê Alex Ward re axivîn û wan got, “Rêveberiya Biden nafikire ku ji Sûriyeyê vekişe.”

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derdoran 900 leşkerên Amerîkayê hene.