Swêd: Em dixwazin bi Tirkiyê re dest bi diyalogê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê, mafê xwe ê pesendkirin an jî vetokirina endamtiya Swêd û Fînlenda di Hevpeymaniya NATO de weke derfetekê dibîne ji bo destkeftên siyasî ji wan herdu welatan. Li Swêdê, 2 çalakiyên li hemberî Tirkiyê bûne sedem ku seredana Wezîrê Berevaniyê ya wî welatî bo Tirkiyê, ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve were betalkirin.

Roja 24ê mehê jî civînên sêalî yên di navbera Tirkiye-Swêd-Finlandê de li ser endamtiya NATO hatin rawestandin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Dihêlin rêxistinên terorîst li ser cadde û kolanan cirîdan biavêjin, piştre jî bo endambûna NATOyê li bendê ne em piştgiriya wan bikin, tiştekî wiha nîne. Çaverêya piştîvaniyeke wiha ji me nekin.”

Piştî van gotinên Serokkomarê Tirkiyê, roja Sêşemê 24ê Çileya 2023an civînên sêalî yên Tirkiye-Swêd-Finlandê yên derbarê endambûna NATOyê de hatin rawestandin.

Hikûmeta Swêdê hewl dide rewşê aram bike.

Serokwezîrê wî welatî dibêje, niha ti mijarek bi qasî endambûna wan a NATOyê ne girîng e.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson anî ziman, “Em dixwazin careke dest bi diyalogê bikin. Peyama me ya hevbeş ew e ku em dixwazin daxwaza aramiyê bikin. Em daxwaza hizirkirineke ciddî dikin, heta em bikarin vegerin gotûbêjeke aktîv di navbera Swêd, Finland û Swêde de li ser endambûna me ya NATOyê.”

Ev di demekê de ye tê çaverêkirin meha Gulana îsal li Tirkiyê hilbijartin bên kirin. Hikûmeta Finlandê jî wiha baş dibîne di mijara endambûna NATOyê de navberek bê dayîn.

Serokê Finlandê Sauli Niinistö got, “Derbarê endambûna NATOyê de, ez daxuyaniyeke xwe ya berê û Wezîrê Derve yê Fînlandê bibîr dixim. Dema me got ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin, niha jî dibêjin divê aram bin û çaverêya hilbijartinên Tirkiyê bikin.”

Tirkiyê ku berê çalakiyên PKKê û Cemaeta Gulen kiribûn asteng, niha jî şewitandina Qurana Pîroz wek hincetekê bikar tîne.

Roja 28ê Hezîrana 2022an, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Finlandê Sauli Niinistö, Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Madrîda paytexta Spanyayê civiyan û li ser çend xalan lihev kirin. Tirkiyê bi merc, helwêsta erênî li beramber endambûna wan herdû welatan a NATOyê nîşan da.