Hêzên Rûsyayê gelek nêzîkî Baxmutê bûne

25-01-2023
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Baxmut Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Rûsya û çekdarên ser bi wê ve bi tenê 7 km ji bajarê Baxmut ê Ukraynayê dûr in. Ew bajar her roj bi bi giranî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve tê bombebarankirin.

Çekdarên grûpa Wagner û hêzên Artêşa Rûsyayê, ku nû bajarê Soledar li parêzgeha Donetskê kontrol kirine, niha pir nêzîkî bajarê Baxmutê bûne û tenê 7 km ji Baxmutê dûr in.

Bajarê Baxmutê ku beriya şer 70 hezar nîşteciyên wê hebûn, niha hema hema vala bûye.

Baxmut rojane bi zêdetirî 100 roket û mûşekan ji aliyê hêzên Rûsyayê ve tê bordumankirin.

Serbazekî Ukraynayê yê bi navê Lazgieve dibêje: “Wek hûn dibînin Rûsan bajar bi temamî wêran kiriye; lê pêgeha me bihêze û hêza me ya em li dijî êrişên Wagner û Rûsya bisekinin heye.”

Heta niha Baxmut bi bejahî di bin komtrola Ukraynayê de ye; helîkopterên wan jî hîn bi nizmî di asmanê bajêr de difirin. Lê nayê zanîn ew rewş dê heta kengî dom bike.

Di çeperên pêş ên rûbirûbûnan de bi dehan tunel hatine çêkirin.

Hinek çeper jî taybet ji bo segvanan (nîşangiran) hatine çêkirin.

Volodymyr serbazekî Artêşa Ukraynayê rewşa li eniya şer a li Baxmutê wiha tîne ziman: “Rûs li wir in, nêzîk in, ya rast segvanên wan gelek xirab in, em rojane serbazê wan dikujin.”

Ukrayna daxwaza çekên nû û zêdetir ji welatên rojava kiriye û dibêje parastina çeperên pêş ên şer bi amûrên kêm û çekên kevin nayê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst