Yekemîn darbeya leşkerî ya îsal li Afrîkayê pêk hat

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn darbeya leşkerî a sala 2022'an li Afrîkayê pêk hat û ev derbe ji aliyê Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve hat şermezarkirin.

Artêşa Burkîna Faso di televîzyona fermî ya welêt de destdanîna ser desthilatê û hilweşandina hikûmet û parlementoyê ragihand. Serokê welêt jî pişt ku ji hewldaneke kuştinê rizgar bû ji aliyê leşkeran ve hate girtin.

Di serdema desthilatdariya Joe Biden serokê Amerîka de ku xwe parêzvanê demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê dizane, ev darbeya şeşemîn e ku ji rojavayê Afrîkayê heta Başûrê Rojhilatê Asyayê ve tê kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz kir ku serokê Burkina Faso yekser bê azadkirin û daxwaz ji hemû aliyan dike hêmin û aram bin û rêzê li destûrê bigirin.

Li aliyê din Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres jî bi tundî derbeya leşkerî ya Borkina Faso şermezar kir.

Herwiha Yekîtiya Ewropayê jî daxwaz kir serokê wî welatî û berpirsên din yên hikûmetê yekser bêne azadkirin.