Amerîka: Em ji girtina Sedef Kabaş dilşikestî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê girtina rojnamevana Tirk Sedef Kabaş de ragihand ku ew ji girtina Kabaş agahdar in û dilşikestî ne.

Rojnamevan Sedef Kabaş bi hinceta sivikatî li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, roja 22ê Çileyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin û 23ê Çileyê jî bi biryara dadgehê hat girtin.

Wezareta Derve yê Amerîkayê derbarê girtina wê rojnamevana Tirk de bertek nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price, di civîna rojane ya çapemeniyê de bersiva pirseke derbarê rojnamevana Tirk Sedef Kabaş da û got: “Azadiya ramanê gerdûnî ye û herçiqas hinek wiha difikirin ku di nav de gotinên acizkirî hebin jî, parastina azadiya ramanê demokrasiyan bihêz dike. Ji mijara hûn behs dikin, em ji desteserkirina Sedef Kabaş agahdar in û di vê mijarê de dilşikestî ne. Ev li Tirkiyê çawa be, li cihên din ên cîhanê jî bi heman awayî ye.”

Price, derbarê hedef nîşandana hunermenda navdar a Tirk Sezen Aksu de jî nirxandinek nekir.