Bo cara yekem - Prens hate îdamkirin

Navenda Nûçeyan - Mîr Feysel Ebdullah El-Cabir El-Sebah ku endamekî malbata Mîrê Kuweytê bû, bi tawana kuştina kesekî hate bidarvekirin.

 

Li gor nûçeya ajansa fermî ya dewleta Kuweytê KUNA, cara ewil e ku endamekî ji malbata Mîrê Kuweytê tê sêdarekirin.

 

Hat ragihandin ku Mîr Feysel Ebdullah El-Cabir El-Sebah ji aliyê dadgehê ve bi kuştina mirovekî hatiye tawanbarkirin. Herwiha di destê mîr de çekên bê ruxset û teqemenî hatine dîtin.

 

El-Sebah bi 6 girtiyên din re li girtîgeha navendî ya Kuweytê hatiye îdamkirin.

 

Mîr El-Sebah di sala 2010ê de bi kuştina pismamê xwe hatibû gunehbarkirin û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hatibû girtin.

 

Ji aliyekê din ve, li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Reprieve'yê, li welatên kendavê cezayê îdamê zêde bûye, lê belê li Kuweytê ji sala 2013ê ve, ev cara yekê ye ku kesek tê sêdaredan.

 

Rêxistina Mafên Mirovan a Reprieve, rêxistineke biçûk a berevanîkar a mafên mirovan e û di sala 1999an de ji aliyê parêzerê birîtanî Clive Stafford Smith ve hatiye damezrandin.