Xelk ji bo Christmasê herikî New Yorkê

New York (Rûdaw) - Bajarê New Yorkê ji bo Christmasê bi ronahî û darên christmasê bi awayekî rengîn hatiye xemiladin.

Bêgûman li tevahiya Amerîkayê Christmas wekî kevneşopiyekê tê pîroz kirin.

Lê li bajarê New Yorkê gelekî taytbet e û bi awayekî taybet jî tê xemilandin.

Ji ber vê ye ku ne tenê New Yorkî, gelek welatî jî ji eyaletên din tên li bajarê New Yorkê Christmasê pîroz dikin.

Bi taybetî jî kesên ku tên New Yorkê bêyî serdana dara Christmasê naçin a navdar ku li Rockefeller Centerê cih digre û ji 30 metreyî zêdetir e.

"Em dixwazin di christmasê de demên xwe derbas bikin"

Welatî Kevin Johnson got, "Em ji North Carolinayl tên. Ez, hevjîna min û 4 zarokên me bi tevahî hatin.

Em tenê ji bo christmasê hatin û me hez kir em dara Christmasê bibînin û hin hevalan re demên xweş derbas bikin.

Em hez dikin demên xweş di vê Christmasê de derbas bikin bi malbata xwe re."

Tamran Johnsonê wiha anî ziman, "Christmasa me gelekî baş derbas dibe û em gelekî dilşad bûn.

Me hin berf dît di van çend rojên dawî de. Em gelekî kelecanî ne."

Di dema Christmasê de li bajarê New Yorkê ji bilî xemildandina kolanan, marketên danûstandinan jî ji bo xelalatan tên vekirin û bi vî awayî karsazên biçûk dikarin zêdetir kar bikin û ev jî bêgûman alîkariya aboriyê dike.

"Bi saya vê marketê em gelek kesan nas dikin"

Firoşkara Bazara Christmasê Marissa Mazzottayê got:

"Ev cara yekem e ez li vir marketa Bryant Park kar dikim. Bi rastî gelekî baş e.

Kompanyaya me gelekî piçûk e lê hêdî hêdî mezin dibe. Bi saya vê marketê em gelek kesan nas dikin.

Li ser medayaya civakî alîkariya me dike û em gelek berheman difroşin.

Em gelekî dilşad û bexetewarin û herkes li wir di nav atmosfera krîmisê de ye."

"Gelekî kes ji eyaletên din hatine"

Firoşkara Bazarê Chauntelle Perry wiha axivî, "Atmosfera Christmasê heye.

Gelekî kes ji eyaletên din hatine ji bo christmasê bi taybetî jî li vir kolana 42yan.

Bi awayekî baş diçe û zêdetir em nêzî roja Christmasê dibin him trafîk û him jî hejmara mirovan zêdetir dibe."

Amadekariyên Christmasê çend rojan pêşiya roja christmasê dest pê dike.

Ji ber ve jî her kes derdikeve derve danûstandinan dike û xelatan ji bo endamên malbata xwe distînin.

Lê belê roja Christmasê her kes li mala xwe bi endamên malbata xwe re dicive û ew xelatên ku ji bo hev standine wekî seramoniyekê didin hev û demên xwe bi hev re derbas dikin. Ev jî kevneşopiya li vir e.