Du ciwanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in li Fransayê winda ne

Hewlêr (Rûdaw) – Du ciwanên ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ev 8 roj in li Fransayê winda ne.

Ji 15ê Kanûna Pêşînê ve ti pêwendiya her du ciwanên bi navên Hîwa Mistefayî û Nîma Şehswareyî ku li Fransayê ne bi malbatên wan re nemaye.

Li gorî zanyariyan, herî dawî di keştiyekê de bûn û wan dixwest ji Fransayê biçin Brîtanyayê.

Herwiha li gorî zanyariyên Rûdawê ji malbatên her du ciwanan bi dest xistine, keştiya ku 66 kes tê de bûn û dixwest ji Fransayê biçe Brîtanyayê bin av bûye û heya niha ti zaniyariyek li ser çarenivîsa wan nîne.

Rêwan Hisên ji Nûneratiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ku karê pêdaçûnê ji bo çarenivîsa koçberên Kurd dike, ji Rûdawê ragihand ew li ser mijara wan du ciwanên Rojhilatê Kurdistanê hatine agahdarkirin.

Bi gotina Rêwan Hisên, malbatên wan pêwendî polîsên Fransayê re daniye û lêkolînan dest pê kiriye lê wan heya niha ti agahî bi dest nexistine.