Almanya: Ciwanekî Kurd bê tawan salekê di girtîgehê de dimîne

24-12-2022
RÛDAW
Almanya: Ciwanekî Kurd bê tawan salekê di girtîgehê de dimîne
Almanya: Ciwanekî Kurd bê tawan salekê di girtîgehê de dimîne
Nîşan Almanya Ciwanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ku li herêma Bavyera ya Almanyayê dijî, piştî ku salekê di girtîgehê de dimîne, diyar dibe ku bê tawan e û tê berdan.

Berî salekê li bajarê Stuttgart ê Almanyayê pevçûnek derdikeve ku nêzîkî 30 kesan bi hev ketine lê di pevçûnê de polîs ciwanekî Kurd ê wê demê 17 salî bûye digire. Wî ciwanî li ser bûyerê bi şerta ku navê wî neyê eşkerekirin ji Rûdawê re axivî û got, “Zehmet e ku meriv di 17 saliya xwe de bikeve girtîgehê ji ber ku divê xwe bi jiyanek nû ve biguncînî. Jiyaneke ku yasa û rêgezên wê yên cuda hene. Ya xerab ew e ku tu ji derve qut dibî. Têkiliya xwe bi malbata xwe re ji dest didî. Hûn nizanin li derve çi diqewime. Tu nizanî kî ma û kî mir. Hûn nizanin dê çend sal ceza bidin we an jî werin berdan. Li wir hûn li ser mayîna di girtîgehê de û gelek tiştên din dikin.”

Dayika ciwanê ku bê tawan hatibû girtin jî anî ziman, “Ji bo min şokeke pir mezin bû, 17 salî û girtîgeh bi min pir giran hat. Tiştê hat gotin zêde giran bû ji bo min. Kurê min wek mirovekî pir xirab hat nîşan dan û nêzîkî salekê di girtîgehê de ma. Ji bo wî jî pir giran bû, ew 24 demjimêran di nava girtîgehê de bû, di hundirê seleyekê de bû, nikaribû derketa, rojê tenê demjimêrekê dikaribû derkeve hewşê. Ez pir ditirsiyam û digiriyam. Ji bo ziyana wê zêde bû. Min bihîstibû ku polîsên Stuttgartê li dijî Kurdan e lê min ev fikr zêde rast nedidît lê piştî bûyera kurê min pir cihan derbas bû, navê Kurdîtiyê dane bûyerê ku mesele jî ne meseleyeke wisa bû, ciwan bûn, şerek derketibû û tiştên dihatin gotin nerast bûn. Di dadgehê de jî hat gotin û polîsan jî gotin, zarokên ji miletên din jî di nav de hebûn, navê miletê wan nehat gotin. Vê jî hinekî di serê min de pirsgirêk çê kirin.”

Berê jî li Almanyayê çend dozên din li dijî Kurdan hebûn, ji ber wê jî civaka Kurd dixwaze bi awayekî yasayî û akademîk li ser wan kar bike. Di medyaya Almanyayê de jî behsa wê yekê tê kirin ku Kurd ji wan neteweyan e ku zêdetir cudakarî li dijî wan tê kirin.

Bûyera vî xortî û çend dozên din bûne sedem ku Çinûr Qadirî dest bi projeyeke lêkolînê bike ku di heman demê de mijara pirtûkekê ye jî û ew beşek ji sedema wê jî bi peywendiya Almanya û welatên ku Kurdistan dagir kirine bi taybetî peywendiya Almanya û Tirkiyê ve girê dide. Her wiha beşeke din jî xwe guncandina Kurdan a bi çand û yasayên welatên ku lê dijîn girê didin.

Piştî ku malbata wî ciwanî 5 parêzer guhertin, parêzerekî Kurd ê bi navê Roj Xelef dibînin û ew çareser dike.

Parêzer Roj Xelef ê ku mêvanê bernameya Diaspora bû û li ser bûyerê anî ziman, “Ev ciwanê me yê Kurd, gelek zilm dît. Hikûmeta Almanyayê û polîsên ku di meseleyê de kar dikirin dixwestin wî bi agirê xelkên din bişewitînin. Çend Kurd ên berî çend salan pirsgirêk çêkirin li cem Hikûmeta Almanyayê xuya bûn û dixwestin wî bikin yek ji wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst