Welatên cîhanê amadekariyên cejna sersalê dikin

24-12-2021
RÛDAW
Amadekariyên cejna sersala zayînî li Awistralyayê. Wêne: AFP
Amadekariyên cejna sersala zayînî li Awistralyayê. Wêne: AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barîna berfê, vêxistina gulopên rengîn li ser darên sinoberê, mûzîk û Santa Clause hemû nîşanên Krîsmas û cejna sersalê ne.

Li bajarê Rovaniemi  li herêma Lapland a Finlandayê, pileya germê daketiye 14 pile bin sifir.

Zarok bi hatina Krîsmasê kêfxweş in û êli ser berfê dilîzin.

Santa Calause li nava xaniyê xwe yê darîn nameyên ku zarokan jêre şandine dixwîne.

Piştre komek diyarî dixe nava tûrikê xwe û bi heman awayê fîlm kartonan çend şivir wî bi dû xwe vedikşînin û diyariyan jibo zarokan dibe.  Lê ji ber Corona ew nikare zarokan hembêz bike.

Santa Clause dibêje, “Min nûçeyên xembar bihîstin, derbarê tendirustiya zarokan û rewşa wan li seranserî Cîhanê. Ez ji wan re dibêjim, li gel hev bin, bihev re bin,daku hûn demên xwe bi xweşî derbas kin.”

Ev jî gundekî bakurê rojavayê Albanya ye. jibo pêşwazêkirina Krîsmasê nişteciyên gund,  gundê xwe guhertine, li gorî ku ew dibêjin, daku bibe bi heman awayê Beyt Lehm di dema ji dayikbûna pêxember Îsa de.

Zarok, xort û pîran li gorî wê serdamê cil û berg li xwe kirine.

Bi heman awayê du hezar sal berê, ew şîr, xurme û mêweyan dixwin.

Markarit Hilaj, welatiyê Albanya dibêje, “Wek ku her kes dizane, li cem me Krîsmas cejneke gelekî giring e, roja hatina Îsa ye,  wate destpêkeke nû ye û hatina hêviyê ye.”

Kirîstiyanên Rojava ku ji Catholic û  protestant pêk tên, nêzîkî du milyar  û 140 milyon kes in û li cem wan 25ê Kanûnê roja ji dayikbûna pêxember Îsa ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst