Yekîtiya Ewropa 10 milyon Euro dide zerardîtiyên hişkesaliyê li Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin, Yekîtiya Ewropayê 10 milyon EURO wek alîkarî dide zerardîtiyên hişkesaliyê li Sûriyê.

Yekîtiya Ewropayê ragihand, ku wan 10 milyon EURO bo zerardîtiyên hişkesaliyê li Sûriyê veqetandine, daku av, jêrxana avdanê û jêrxana avrêjê bo wan bên nûjenkirin, herwiha wê alîkariyên bilez bo keresteyên xwarinê û xizmetkariyên tendirustiyê bo zerardîtiyan bên dabînkirin, bi taybetî pêwîstiyên zivistanê.

Bi van 10 milyon euroyan, qebareya alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê bo xelkê Sûriyê di nava sala 2021 de gihîşt 141 milyon euroyan.

Di herdû salên dawî de, Sûriyê wek piraniya welatên Rojhilata Navîn rûbirûyî hişkesaliyê bû, di encam de genim bo dabînkirina ardê nan û tovê çandiniyê zêde kêm bû.