Li Moskowê bazara Dara Noelê lawaz e

24-12-2020
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Ji bo Rûsan, xemilandina Dara Noelê di serê salê de nêrîta herî sereke ye.
Ji bo Rûsan, xemilandina Dara Noelê di serê salê de nêrîta herî sereke ye.
Nîşan Dara Noelê Moskow Cejna Krîsmisê Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Li Moskowê bazara Dara Noelê germ nîne, her çiqas ta serê salê heftiyek dem maye. Ev darên Qacê, ji herêmên cuda yên Rûsyayê têne paytextê. Yên ku herî  di rewacê de ne, qacên ji herêmên nêzî Sîbîryayê ne. Lê darên herî ciwan, qacên Skandînavî tên jimartin.  Ji xwe bihaya wan jî, ji yên  din girantir e.

Ji bo Rûsan, xemilandina Dara Noelê di serê salê de nêrîta herî sereke ye. Û ji bo bijartina darê jî, bi giştî, bi malbatî tên bazarê. Lê diyar e, îsal ji salên din cudatir e.  Gelek kes ji bazarê destvala vedigerin.

Larîsa Sergeyeva, kebaniya malê, dibêje, “Ez bi nêrîtên Rûsî re girêdayîme. Divê li malê dara siruştî bê danîn. Lê mixabin, îsal ne nêrît maye, ne pîrozbahî. Ez nikarim bi vê bihayê dara siruştî bikirim. Dara plastik jî bi min navê. Dibe ku piştî çend rojan yên siruştî erzantir bibin. Lewma, ez niha nakirim.”

Bê guman, darên plastîk zêdetir  tên firotin. Her reng û her şêwaz li her derê berdest e. Ji xwe li dikanan, darên plastîk li gel pêlîstok û çilçirayan tên firotin.

Yelena Îvanova, firoşkara dara Noel û pêlîstokan, diyar dike, “Bazar nîne. Darên siruştî giran in. Her kes dixwaze  tiştên erzan bikire.  Zêdetir darên plastîk tên firotin. Lê her kes dixwaze mala xwe bixemilîne. Lewma jî herî zêde lambe û çilçira dikirin. Qet nebe, dixwazin li male xwe avhewayeke Krîsmîsê saz bikin.”

Ji bilî hindurê malan, Darên Noelê li kolan û meydanên bajaran jî tên xemilandin. Lê, dara siruştî li Moskow, tenê li hewşa Kremlînê tê danîn.

Li gorî zanyariyên dezgehên jîngeparêz, li Rûsyayê  her sal ji bo serê salê nêzî 100 hezar darên Qacê bi awayekî yasayî tên birrîn.

Lê hejmara birrîna neyasayî çendin qat zêdetir e. Û bi zanyariyên fermî, par di heyama pîrozbahiya serê salê de, bi bihaya nêzî 250 mîlyon dolar ziyan gihiştiye daristanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst