Rûsya: Hêzên me ji bo parastina Kurdan çûne Rojava

24-12-2019
Xalid Hisên
Hêzên Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê
Hêzên Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Rûsya Moskow Vladimir Putin Sûriye Rojava Çarenivîsa Rojava Kurd
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Rûsya di sala 2020an de berdewam dibe li ser berdewamîdan plana xw ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û yekalîkirina wê rewşa aloz ku li wî welatî heye. Di derbarê Kurdan de jî, Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin dibêje, pêwendiya Moskowê li gel Kurdan baş e tekez dike, hêzên Rûsî li hemû bajarên Kurdan hene û Kurd jî dizanin ku ew hêz ji bo piştevaniya wan li wê derê ne.

Plana Moskowê bo pirsa Sûriyê di sala 2020an de her berdewamiya planan 2019an dibe. Li gor planê, Rûsya dê piştîvaniya hikûmeta Sûriyê berdewam bike û di van rojên dawiyê yên 2019ê jî li Idlibê êrîşên xwe li ser hêzên dijberî hikûmeta Şamê zêde kirine.

Tevî ku bêtir tekezî li çareseriya siyasî dike, lê belê Moskow berdewamiyê dide rêbaza leşkerî jî, ji bo têkoşîna li dijî grûpên tundrew, bi taybet jî li Idlibê.

Endamê Encûmena Federal a Rûsyayê, Sergey Kislik dibêje: “Siyaseta Rûsya li Sûriyê wek berê berdewam dibe, em dê zêdetir hewlan bidin bo jinavbirina terorîstan bi temamî, herwiha em dê hewl bidin ku bi rêya çareseriya siyasî, pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyê çareser bikin, bi armanca parastina serweriya axa wî welatî ku niha di nava proseyeke çareseriya siyasî re derbas dibe.”

Yek ji destkevtên Rûsya yên têkildarî Rûsyayê di sala 2019an de ku şanaziyê pê dike, pêkanîna Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê ye.

Gelek rexe li ser Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê hene, bi taybet jî ji aliyê Kurdan ve, lê belê Rûsya li ser destbikarbûna wê komîteyê di sala 2020an de gelek hêvîdar e.

Cîgirê Komîteya Karûbarên Derve li Encûmena Federal a Rûsyayê, Vladimir Cebarov dibêje: “Hêviya me ew e ku Sûriye bê avedankirin. Tişta ji hemûyê girîngtir jî ew e ku komîteya destûrî bi awayekî çalak dest bi karên xwe bike ji bo nivîsandina destûra nû ku armanca wê jî hilbijartina parlemen û serokê wî welatî ye.”

Têkildarî Kurdan jî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di daxuyaniya xwe ya herî  dawî ya li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku Rûsyayê pêwendiyeke baş li gel Kurdan heye û artêşa Rûsyayê çûye Rojavayê Kurdistanê daku wan biparêze.

Putin got: “Ya niha li Sûriyê rû dide, di hemû rewşekê de eger bi şêweyekê rêjeyî be jî, karekî erênî ku me kariye bikin ew bû ku me di navbera sînorên Tirkiyê û Sûriyê de kir, ku ew jî ji ber piştevaniya Kurdan tê kirin, û bo berjewendiya wan xelk ji wê yekê têdigihin. Wan ji dil ve hestekî baş heye beramber me, li hemû wan navçeyên Kurdî ku em lê ne, hevdîtin di navbera me de hene, serbazên me ku sînorên navbera Sûriyê û Tirkiyê diparêzin, pêwendiyeke baş di navbera wan û xelkê Kurd de heye, çimku ew xelk dema dibînin, fêm dikin artêşa Sûriyê çûye vê derê, ji bo ku wan biparêze.”

Kurdan li Sûriyê beşdarî di Komîteya Nivîsandina Destûra Nû de nekiriye, lê belê Rûsyayê çendîn caran li ser asta bilind tekez kiriye ku divê mafên Kurdan di paşeroja Sûriyê de bên dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst