Fransa - Rê xetertir bûye lê koçberî berdewam dike
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dunkirkê yê Fransayê ji bo koçberên di Kanala Îngilîz de xeniqîbûn û 4 kesên ku heta niha jî bêserûşûn in merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Çalakvanên mafê mirovan diyar dike ku her çend rêyên penaberiyê xetertir bûne jî koçberî berdewam dike.
24ê Çiriya Paşîn a 2021ê ji ber binavbûna belemeke koçberan 27 koçberan canê xwe ji dest da û 4 koçberên din jî heta niha winda ne.
17 koçberên ku xeniqîne û 2 koçberên ku heta niha bêserûşûn in Kurd bûn.
Beşdarên merasîmê ber bi deryayê meşiyan. Beşdaran 31 gul avêtin nava deryayê wekî rêzgirtinek bo wan 31 koçberên ku berî sê salan di nav de xeniqî bûn.
“Rewş xirabtir bûye”
Welatiya Fransayê ya bi navê Anne Dekeisterê got:
"Em hest dikin ku tiştek nehatiye guherîn a rast xirabtir jî bûye. Berî sê salan bûyereke mezin çêbû lê îsal jî belemeke mezin binav bû.
Min nedixwest îro bêm bo vê bîranînê lê divê hemû bên û xelkê hişyar bikin."
“Xelk li nava deryayê dixeniqin”
Welatiyê Fransayê yê bi navê Thomas jî li ser koçberiyê wiha got:
"Ez gelekî aciz im, nikarim xwe li gel tişta çêdibe biguncînim, va ye xelk li nav deryayê dixeniqin, li nava otomobîl û barhilgiran.
Hinek hene bi meh û salan asê dimînin û ti cihek nîne xwe lê bigirin û ti hêviyeke wan jî nîne."
Di ser mezintirîn bûyera binavbûna belemeke tijî koçberên Kurd a li Kanala Ingilîz re 3 sal derbas bûn lê hîna koçber vê rêya metirsîdar bi kar tînin.
“Koçber ji hatinê sar nebûne”
Çalakvana mafê penaberan Célestin Pichaudê jî wiha got:
"Ev bîranîneke xemgîn e lê dema wê yekê ye li wan kesan bifikirin ku wê rojê cane xwe ji dest daye û xizmên wan heta niha li benda bersiva Fransa û Brîtanyayê ne.
Di nava 30 salên borî de îsal bi xwîntirîn sal bû.”
Tevî vê yekê jî û tevî metirsiya vê rêyê hîna bikaranîna vê rêyê ji bo çûna Brîtanyayê koçber sar nekirine.
Di dema 3 salên borî de nêzîkî 100 koçberên din di vê rêyê de xeniqîne ku tenê îsal 71 koçberan canê xwe ji dest daye.
Li gorî amaran ji destpêka îsal ve nêzîkî 33 hezar koçber bi beleman ji Fransayê bi rêya Kanala Îngilîz xwe gihandine Brîtanyayê.