Gelo berpirsên PKK û AK Partiyê li Brukselê dicivin?

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal got ku di navbera wan û Ocalan de nakokî tine û ew li Brukselê bi rayedarên AK Partiyê re neciviyane.

Li Tirkiyeyê piştî gotin û hewldanê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî nîqaşên pêvajoya çareseriyê ya nû dest pê kir.

Hat diyarkirin ku hinek caran di nîqaşan de di navbera Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û rêxistinê pirsgirêk derdikevin.

Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal li ser nîqaşên derbarê pirsa Kurd û helwesta rêxistinê ya li hemberî pêvajoya nû ya çareseriyê axivî.

"Ev bi temamî nûçeyeke derew e"

Li ser pirsa "Li ser medyaya dîjîtal nûçe hene ku hûn bi Tirkiyeyê hevdîtinan dikin. Tê diyarkirin ku Ocalan jî bi rêya telefonê beşdar bûye. Hûn di vê mijarê de dikarin çi bibêjin?" Remzî Kartal wiha axivî:

"Di medyaya Tirkiyeyê de, li ser medyaya dîtbarî û dîjîtal nûçeyên qaşo ku me li Brukselê li otelekê bi hinek siyasetmedarên AKPyî re hevdîtin pêk aniye hatin servîskirin.

Ev bi temamî nûçeyeke derew e. Ne bi AKPyê re ne jî bi dewleta Tirkiyeyê re di vî warî de hevdîtineke ku hatibe kirin heye. Dev ji hevdîtinê berdin diyolog jî tine.

Ev bi temamî nûçeyên di çarçoveya beralîkirin ku di bingeha xwe de xapandinê raya giştî ye ku navenda şerê taybet dike."

Li ser pirsa "Gelo di navbera Ocalan û rêxistinê de cudahiya ramanê heye yan na" Lartal tekez kir ku di navbera wan û Ocalan de ti pirsgirêkek tine.