Japonya - Li dijî Kurdan xwepêşandan hat kirin: 'MÎTa Tirkiyeyê li pişt e'

24-11-2024
Nalîn Hesen
Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê Vakkas Çolak bû mêvanê Nalîn Hesenê /Wêne: Rûdaw
Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê Vakkas Çolak bû mêvanê Nalîn Hesenê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Japonya Kurd MÎT Tirkiye Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê xwepêşandanek li dijî Kurdan hat kirin û xwepêşander daxwaza derxistina biyaniyan ji welatê xwe dikin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonyayê Vakkas Çolak bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê li ser xwepêşandanên komên nijadperest ên Japon ên li dijî Kurdan bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Vakkas Çolak diyar kir kesên ku xwepêşandanê dikin du kom in ku hejmara wan di navbera 3-10 kesan de ye û nijadperestên Japonyayê ne ku ser bi Partiya Yekemîn a Japonyayê ne.

Her wiha Vakkas Çolak ragihand ku ev komên ku xwepêşandanê dikin li dijî hebûna xelkên biyanî yên wekî Koreyî û Çînî ne û derdora salekê ye li dijî hebûna Kurdan jî derdikevin.

"MÎTa Tirkiyeyê piştgiriya nijadperestan dike"

Derbarê sedema derketina wan a li dijî hebûna Kurdan Vakkas Çolak eşkere kir ku ev derdora salekê ye ku ev nijadperest li dijî hebûna Kurdan derdikevin û sedema wê jî wekî "Japonya dibêje MÎTa Tirkiyeyê û Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Japonyayê li pişt van nijadperestan e."

"Li Japonyayê 2 hezar 500 Kurd hene"

Li ser hejmara Kurdan û rewşa wan a li Japonyayê Çolak da zanîn ku 2 hezar 500 Kurd li Japonyayê dijîn ku 2 hezar ji wan li bajarê Saitamayê û 500 kesên din li Tokyo û derdora wê dijîn.

"Nijadperest ji bajarên din tên"

Çolak tekez kir ku ev 30 sal in Kurd li Japonyayê ne û ti pirsgirêka wan li gel xelkê wan bajarên ku lê dijîn nîne lê ev nijadperest ji bajarên din ên wekî Kanagawayê tên û xwepêşandê dikin.

200 kompanyayên Kurdan hene

Vakkas Çolak amaje bi wê yekê kir ku derdora 200 kompaniyên biçûk ên Kurdan li Japonyayê hene û di warê avahîsaziyê de dixebitin, her wiha di akademiyê de jî Kurd hene.

Her wiha 400 zarok û ciwanên Kurd li dibistan û zanîngehên Japonyayê dixwînin û di van demên dawî de gef li xwendekaran jî tê xwarin ku vegerin welatê xwe.

Li 10 kesan doz hatiye vekirin

Derbarê tedbîrên hikûmetê ji bo parastina Kurdan ên li Japonyayê Çolak got ku wan li dadgehê li 10 kesan doz vekiriye û ew li benda biryara dadgehê ne û pêşbînî dikin ku heta Adara 2025an dadgeh li ser dozê biryara dawî bide.

Çolak da zanîn, ji ber ku gefa kuştinê li Kurdan xwaribû û ji wan re gotibû "Ez dê goştê we bidim berazan" kesek hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst