Koçberekî Kurd li ser sînorê Poland-Almanya jiyana xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê di navbera Poland û Almanyayê koçberekî Kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên Rûdawê, roja Sêşemê, 24/11/2021, ciwanekî xelkê Selas a ser bi Bawecanê ve li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma di navbera Poland û Almanyayê de ji ber serma birçîtiyê nexweş ket.
Her li gor zanyariyan, piştî ku rewşa tendirustî ya wî ciwanî têk çû, bo nexweşxaneyeke li Almanyayê hat veguhestin, lê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Bextiyar Enwer Mihemed, 27 salî bû û her li koçberiyê, li wargeha Rûmadî ya li parêzgeha Enbara Iraqê jidayîk bûbû û malbata wî jî niha li kampa Barîken a li parêzgeha Silêmanî niştecih e.
Karox Bawecanî ku rûniştvanê welatê Norwecê ye û kesekî nêzikî wî ciwanî ye, ji Rûdawê re ragihand ku Bextiyar Enwer Mihemed ji ber bêkarî û rewşa xerba a aborî ket ser rêya koçberiyê û hewl dida bigihije welatekî Ewropayê ku “jiyaneke baştir” û alîkariya malbata xwe bike.
Li gor zanyariyên Karox Bawecanî, ji ber bircîtî û sermayê rewşa tendirustî ya wî ciwanî têk çû û jiyana xwe ji dest da.
Malbata Bextiyar Enwer Mihemed jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike di vegerandina termê wî de alîkariya wan bê kirin.