Serdana Mike Pence bo Kurdistanê di medya cîhanê de

Hewlêr (Rûdaw) - Serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bo Herêma Kurdistanê di roja 23ê Mijdara 2019an de, bû rojeva beşeke zêde ya medya cîhanî.

Mike Pence wek Cîgirê Serokê Amerîkayê yekemîn serdana xwe bo Iraqê kir, lê her di wê serdanê de, ti civîn, hevdîtin an rûniştinek ligel berpirsên Iraqê nekirin, ne serok, ne serokwezîr û ne jî berpirsên din ên wî welatî. Tişta Pence kir, ew bû serdana hêzên serbazî yên Amerîkayê li Binkeyê Serbazî yê Esed a Enbarê kir û piştre bi peywnediyeke telefonî ya kurt a çend deqîqeyî ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dawî li serdana xwe ya bo Iraqê anî.

Tişta ku bo medya cîhanî girîng bû, serdana fermî ya Mike pence bû bo Herêma Kurdistanê û herwiha pêşwazîkirin ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên bilind ên hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ligel manşêteke mezin bi navnîşanê Pence serdana Iraqê dike bo piştrastkirina Kurd û tekezkirin li ser hevpeymantiya Amerîka û Kurdistanê.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî, rojnameya bi bandor a Amerîkayê, nivîsiye: “Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence geşteke neragihandî bo Iraqê dike da ku Kurdên hevpeyman piştrast bike ji hevpeymantiya Amerîka û Kurdistanê.

Rojnameya New York Times a Amerîkî, behsa serdana çaverênekirî ya Pence bo Iraqê dike û dibêje, li Hewlêrê, rêzdar Pence ligel siyasetmedarên bihêz ên Kurd civiya ku kurapên hev in, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî.

Bloomberga Amerîkî jî di manşetekê de dibêje, Pence serdana Iraqê dike bo piştrastkirina Kurdên hevpeyman. Bloomberg herwiha dibêje, Barzanî ku ferşê sor bo Pence raxistibû, ragihandiye ku ‎‎“serdana Pence di vê dema taybet de amajeyeke girîng e bo piştgiriya berdewam a we bo Kurdistan û Iraqê.”

Rojnameya Herald a Brîtanî jî nivîsiye: “Pence Kurdên Iraqê ji piştgiriyên Amerîkayê, piştrast dike.” Kovara The Week a Brîtanî jî nivîsiye: “Di serdana ji nişka ve ya Iraqê de, destxweşiyê li Kurdan dike.”

Rojnameya The Guardian a Brîtanî dibêje, serdana Pence bo Iraqê, bo piştrastkirina Kurdên hevpeymanên Amerîkayê ye di şerê dijî DAIŞê de. Ev ji xeynî bi dehan rojname, kovar û medya cîhanî ku bal kişandine ser hevpeymantiya Amerîka û Kurdan.