Li Almanyayê nijadperestî zêde bûye

24-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Bi zêdebûna êrişên li dijî biyaniyan li Almanyayê, rêjeya nijadperestan jî li hinek herêman zêde bûye. Li gor lêkolîneke derbarê nijadperestiyê de, eyaleta Thueringen ya li rojhilatê Almanyayê yek ji cihên ku rêjeya nijadperestiyê lê herî zêde ye.

Li gor lêkolînê, ji çaran yekê nistecihên eyaleta Thueringen xwedî helwestên nijadperest in. Sala borî ev rêje ji sedî 17 bû. rêvebirê lêkolînê û sosyolog Heinrich Best ji zanîngeha Jena li ser encamên lêkolînê got: “Qeşaya ku em li ser, ziravtir bûye.“

Li gor lekolînê, ji deh niştecihên eyaleta Thueringen, çar naxwazin ku kampake koçberan li nêzîkî wan hebe. Bi biçûkbûna gund û bajaran, helwestên nijadperest zêde dibin.

Ji sêyan yek diyar dike ew amade ye ku tevlî xwenîşandanên li dijî biyaniyan bibe, ji sedî 61 vê yekê red dikin. Herwiha ji sedî 23 dûr nabîninin ku di siberojê de tevlî xwenîşandanên “li dijî îslamkirina welatê xwe“ bibin.

Datayên lêkolîna ku roja sêşemê hate eşkerekirin, ji Hezîrana îsal in, ango beriya ku pêla koçberan ber bi Almanyayê ve destpêbike. Ji ber wê dibe ku rêjeya kesên xwedî helwestên nijadperest hêj zêdetir bûbe.

eyaletên ku rêjeya helwestên nijadperest lê hêj bilindir in jî hene: Li gor lêkolînên zanîngeha Leipzig, li eyaleta Sachsen-Anhalt rêjeya nijadperestiyê li ser asta tevaya Almanayê ya herî bilind e. Li gor lêkolînan, ji sedî 42ê niştecihên eyaleta Sachsen-Anhalt xwedî helwestên li dijî biyaniyan in. 

Li paş Sachsen-Anhalt, rêjeya nijadperestiyê ya herî bilind li van eyaletan e: Mecklenburg-Vorpommern, Thueringen û Brandenburg. Ji eyaletên rojavayê Almanyayê, li eyaleta Bayern nijadperestî herî belav e. Piştî Bayern, Niedersachsen, Hessen û Berlîn tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst