Pîlot xwest balafirê bixe xwarê!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê pîlotekî ku wekî rêwiyan li balafirê siwar bû, hewl da balafirê bixe xware.

Pîlotê 44 salî yê bi navê Joseph David Emerson li balafira Rêyên Hewayê yên Alaskayê siwar bû.

Ew balafir ji bajarê Everettê yê eyaleta Washingtonê ber bi bajarê San Franciscoyê yê eyaleta Californiayê ve diçû.

Joseph David Emerson piştî demekê hewl da ku motora balafirê xera bike û balafirê bixe.

Beriya ku Emerson bigihe armanca xwe xebatkarên balafirê ew ferq kir û wan midaxeleyî kir.

Hat ragihandin ku ew pîlot hatiye desteserkirin û niha di bin çavdêriya polîsan de ye.

Li aliyê din, di wê balafirê de bi 83 kes hebûn.

Joseph David Emerson bi “hewla kuştina 83 kesan” tê tohmetbarkirin.