Hêzên Amerîkayê dibin hedef: Sûdanî bi wezîrên Amerîkayî re axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezirê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re bi rêya telefonê axivî.

Demên dawiyê gelek caran li Îraq û Sûriyeyê bi dron û mûşekan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê tê kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, ji Rûdawê re dabû zanîn ku ew ji ber van êrişan bifikar in.

Serokwezirê Îraqê, piştî zêdebûna êrişan bi Antony Blinken û Lloyd Austin re axivî.

Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken da zanîn ku ew dê hevkariya xwe ya stratejîk bidomînin.

Sûdanî û Antony Blinken herwiha li ser rewşa Xezeyê û “parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraqê” guftûgo kirin.

Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, her du aliyan daye zanîn ku ji bo alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê hevahengiya di navbera wan de girîng e.

Li aliyên din, Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li ser mijarên wekî, “hezên Hevpeymaniya Navdewletî, têkoşîna bi terorê re û piştgiriya leşkerî” axîvin.

Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir ku ew ji bo parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û dîplomatên li Îraqê dixebitin.