25 koçberên Kobanî li çolistaneke Nîjerê mane

24-10-2022
Mihemed Ibrahîm
25 koçberên Kobanî li çolistaneke Nîjerê mane
25 koçberên Kobanî li çolistaneke Nîjerê mane
Nîşan Cezayîr Nîjer Kobanî Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan ji bajarê Kobaniyê bûn di 16ê vê mehê de dema ku dixwestin ji bajarê Wehranê yê Cezayirê bi beleman derbasî Ewropayê bibin, ji aliyê polîsan ve hatin girtin û ji bo Nîjerê hatibûn dersînorkirin û hîn jî çarenivîsa kesên hatine dersînorkirin ne diyar e.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Sûrî Hikûmeta Cezayirê îsal 128 koçber dersînorî çolistana Nîjerê kirine. Di derbarê vegerandina termên 12 koçberên ji Kobanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ew dê bi karê anîna cenazeyên wan rabe.

16ê vê mehê hejmarek koçberên Sûriyê ku piraniya wan xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn, dema dixwestin bi beleman ji perava bajarê Wehranê yê Cezayirê ber bi Îspanyayê bikevin rê ji aliyê polîsên Cezayirê ve hatibûn desteserkirin, piştre bo Nîjerê hatibûn dersînorkirin, lê hê jî çarenivîsa wan ne diyar e. Rojnamevan Baran Misko ku xelkê bajarê Kobanî ye û berî heftiyekê bi heman rêyê xwe gihandibû Îspanyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re zanyariyên zêde li ser wan koçberan dan.

Rojnamevan Baran Misko li ser rewşa wan koçberan anî ziman, “Hikûmeta Cezayîrê 55 welatiyên Sûriyê, berê wan da Temesar a nêzîkî Nîjerê. Ji ber ku ew 55 welatî di keştiyan de û di nav ava Deryaya Spî navbera bajarî Wehranê û Spanyayê de hatî girtin berê wan da Nîjerê, ew 55 kes hatibûne desteserkirin. Di nav wan de zarok û jin jî hene, ji wan 55 kesan nêzî 30 kesan ji Kobanî ya Rojava ne.”

Ew koçber zêdeyî du hezar kîlometreyan ji Wehranê bo Nîjerê tên veguhestin. Piştre careke din bi rêya qeçaxçiyan her yek ji wan hezar heta hezar û 500 dolaran dide da ku careke din xwe bigihînin Wehranê.

Rojnamevan Baran Misko got, “Çima Hikûmeta Cezayîrê welatiyên ku bi rengekî qaçax derbas bûne radestî Hikûmeta Sûriyê nake, ji ber ku Hikûmeta Cezayîrê di sala 1913an wek peymanekê çêkiriye û wan kesan radestî Hikûmeta Sûriyê nake, tenê wan dişîne sînorê Nîjerê, nêzî 2 hezar kmyan dûrî Wehranê ye.”

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Sûrî, ji destpêka îsal ve wan navê 128 koçberên Sûriyeyî tomar kirine ku hikûmeta Cezayirê ew dersînorî Nîjerê kiribûn.

Heta niha termê 12 koçberên ji Kobaniyê ku li nêzîkê perava Wehranê xeniqîbûn, li Cezayirê mane. Hikûmeta Herêma Kurdistanê veguhestina wan terman li xwe girtiye daku ji vir  bo  Rojvayê Kurdistanê bên şandin û radestî malbatên wan bên kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst