Rishi Sunak bû Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Liz Truss roja Pêncşemê ji serokwezîrtiyê vekişiya û îro jî Penny Mordaunt ji hilbijartinên serokwezîrtî û serokatiya Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê vekişand, her du post jî ji bo Rishi Sunak man û ew wek Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê hat hilbijartin.

 Partiya Muhafezekar a desthilatdar îro Duşemê ragihand, Wezîrê berê yê Xezîneyê Rishi Sunak wek serokê nû yê partiyê hate destnîşankirin. Piştî rikebera wî Penny Mordaunt xwe ji hilbijartina vekişand, Rishi Sunak ê 42 salî, bû serokê partiyê û her wiha bû Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.

Ji bo hilbijartina Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê diviya her berbijêrek ji 357 parlementerên Partiya Muhafazakar herî kêm dengê 100 parlementeran werbigirta lê piştî ku Mordaunt ji ber ku 100 dengên pêwîst bidest nexist ji pêşbirkê vekişiya.

Piştre Mordaunt bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Sunak anî ziman ku biryar e vê êvarê gotarekê pêşkêşî gelê Brîtanyayê bike.

Weke serokê partiya herî mezin a parlamentoya Brîtanyayê, tê çaverêkirin ku Şah Charles III bi fermî Sunak vexwîne Koşka Buckingham a Londonê û wî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar bike.

Serokwezîrê berê Boris Johnson ku tenê berî pênc mehan dest ji serokwezîriyê kişandibû, yek ji berbijarên serokwezîrtiyê bû lê êvara Yekşemê bi fermî ji pêşbaziya serokatiya Muhafazakar vekişiya.

Ji sala 2015an vir ve Sunak dibe pêncemîn Serokwezîrê Brîtanyayê yê ser bi Partiya Muhafazakar û yekem serokwezîrê ne spî ku dê û bavê Sunak bi eslê xwe ji Hindistanê ne. Sûnak ji sala 2014an ve parlamenter e.