Amerîkayê xelkê Rûsyayê xist nav lîsteya ‘welatiyên bê welat’

24-10-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Amerîka Başûrê Sûdanê Maria Zakharova Vîzeya Amerîka Sûriye Yemen Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê biryarek nû derbarê Rûsyayê de da û bi vî awayî Rûsya li gel welatên wek Îran, Sûriye, Erître, Başûrê Sûdan û Yemenê tê nîşandan û welatiyên Rûsyayê ji bo serlêdana vîzeya Amerîkayê divê biçin welatekî sêyem, wate, welatiyên Rûsyayê dikevin kategoriya “welatiyên bê welat”. Moskowê jî nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, ““rêkareke teknîkî kirine rewşeke rasteqîn.”

Amerîkayê ragihand, welatiyên Rûsyayê yên ku dixwazin vîzeya Amerîkayê werbigirin, divê biçin Warşowa paytexta Polandê. Bi vê biryarê xelkê Rûsyayê dikeve nav lîsteya “welatiyên bê welat” û divê li welatên sêyem daxwaza vîzeyê bikin.

Balyozxane û du konsulxaneyên Amerîkayê yên li Rûsyayê, ji 12ê Gulana 2021an ve dayîn a vîzeyên nedîplomatîk rawestandine. Ev jî ji ber biryareke hikûmeta Rûsyayê bû ku li gor wê biryara roja 23ê Nîsana îsal, hemû kesên ku li balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayên yên li Rûsyayê kar dikin, divê Amerîkî bin.

Xelkên Îran, Sûriye, Yemen, Kûba, Erître, Lîbya, Somalî, Başûrê Sûdan û Venezuella, di wê lîsteyê de ne ku wek “welatiyên bê welat” tê binavkirin û bi biryara nû ya Amerîkayê, Rûsya jî li kêleka van welatan cihê xwe digire. “Welatiyên bê welat” ji bo wergirtina vîzeya Amerîkayê divê biçin welatekî sêyem, ji ber ku Amerîkayê yan li wan welatan nûnertî nîne yan jî bi sedemên siyasî û emnî karûbarên dayîna vîze li nûnertiyên xwe rawestandine.

Dawî pêngava Amerîkayê bû sedema nerazîbûna Rûsyayê û Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova li ser hesaba xwe ya Facebookê peyamek belav kir û got, heyama çendîn sal e dîplomatên Amerîkî xizmetguzariyên ku divê balyozxane û konsulxane pêşkêş bikin “têk dana” û niha jî “rêkareke teknîkî kirine rewşeke rasteqîn.”

Di dawiya Hezîrana 2021an de, Balyozê Amerîkayê yê bo Rûsyayê vegeriyaye Moskowê û Balyozê Rûsyayê jî vegeriyaye Washingtonê, lê heta niha jî çendîn pirsgirêkên ciddî di navbera herdu welatan de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst