Amerîka: Divê Koreya Bakur ceribandinên xwe yên mûşekî rawestîne

24-10-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Koreya Bakur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Koreya Bakur daxwazê ji wî welatî dike ku ceribandinên xwe yên mûşekî rawestîne û vegere ser maseya gotûbêjan.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ku meha Gulana îsal Sung Kim wek nûnerê welatê xwe bo karûbarê Koreya Bakur daniye, daxwaz ji Pyongyangê kir dest ji ceribandinên mûşekî berde ku dibin sedema “derencanên berevajî.” Kim hêvî kir Koreya Bakur erênî bersiva hewldanên wan bo destpêkirina gotûbêjan bide.

Roja Sêşembê 19ê Cotmeha 2021ê, Koreya Bakur mûşekeke nû ya balîstîkî li ser jêrderyayekê ceriband û Encûmena Asayîşê ya Navdewletî jî neçar ma civîneke bilez saz bike.

Sung Kim, ceribandina mûşekê wek bêzarkirinê bi nav kir û daxwaz ji wî welatî xwest dawî li ceribandinên mûşekî berde ku “cihê nîgeraniya Amerîka û hevpeymanên wê ye û dibe sedema encamên berevajî jî.”

Wek bersiv Berdevkê Wezareta Derve ya Koreya Bakur got: “Armanca ceribandina mûşekê ne Amerîka ye û tenê bo berevanîkirina li welat e, lewra pêwîst nake Amerîka hest bi nîgeraniyê bike.”

Di serdema îdareya Trump de peywendiyên navbera Washington û Pyongyangê gehiştin asta herî bilind û sê civînên lûtkeyî kirin bêyî wêya derbarê bernameyê etomî yê Koreya Bakur de bigihin rêkeftinekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst