Danîmarka – Kurdekî ji ber hevjîna xwe devê xwe dirût!

24-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Danîmarka (Rûdaw) – Koçberekî Başûrê Kurdistanê, ku li bajarê Horsînsê yê Danîmarkayê dijî, ji ber ku nahêlin hevjîna wî derbasî Danîmarka bibe, devê xwe dirûtiye!

Koçberê kurd ê bi navê Kawe Mecîd, 2 hefte ye li dijî hikûmeta Dînmarka ketiye gireva birçîbûnê û devê xwe dirûtiye.

Li ser sebeba wê çalakiya xwe, Kawe ji Rûdawê re got, ji ber ku nahêlin hevjîna min derbasî Danîmarka bibe min devê xwe dirûtiye û ez xwarinê jî naxwim.

Wî koçberê kurd anî ziman ku heta hikûmeta Danîmarka razî nebe hevjîna wî derbasî Danîmarka bibe dê li ser çalakiya xwe rijd be.

Li gorî ku wî koçberî gotiye, heta niha hikûmeta Danîmarka ti gavek ji bo çareserkirina kêşeya wî neavêtiye.

Kawe Mecîd, li ber avahiya Navenda Koçberan a Danîmarkayê ketiye girevê û alên Danîmarka û Yekitiya Ewropayê hildaye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst