Li Kurdistanê 4 navendên leşkerî yên hêzên hevpeyman tên vekirin
Dusseldorf (Rûdaw) – Niha 15 pisporên leşkerî yên Almanyayê li Kurdistanê hêzên Pêşmerge fêrî bikaranîna çekên giran dikin lê asta hemahengiya navbera Wezareta Parastinê ya Almanya û Başûrê Kurditanê dê hîn zêdetir bibe. Jêderekî ji artêşa Almanyayê ji Rûdawê re got ku haya wan ji vekirina navendên leşkerî yên hêzên hevpeyman in li Kurdistanê.
Li gorî nûçeyeke rojnameya almanî ya bi navê “Süddeutsche Zeitung”, wezaretên Derve û Parastinê yên Almanya xwe hazir dikin şandên xwe ji bo şopandin û dîtina proje û planên hêzên hevpeyman li Kurdistanê bişînin Başûrê Kurdistanê. Li gorî wê rojnamê, li Kurdistanê 4 navendên leşkerî yên hêzên hevpeyman bi serkêşiya Amerîkayê tên vekirin.
Li gorî agahiyên ku ji hikûmeta Almanyayê hatine bidestxistin, ji bo wan navendên leşkerî 200 heta 300 pisporên leşkerî pêwîst in lê heta niha nayê zanîn ka Almanya dê çiqas pisporên xwe bişîne Kurdistanê. Lê li gorî ku tê gotin Almanya dê nêzîkî 100 pisporên xwe bişîne Kurdistanê. Her wiha behsa wê tê kirin ku welatên Skandînaviya jî komek pisporan bişînin Kurdistanê.
Efserekî artêşa Almanyayê bi navê Gerhard Horston ji Rûdawê re got ku haya wan ji vekirina navendên leşkerî li Kurdistanê heye lê heta niha bi fermî tiştek ji wan re nehatiye gotin.
Gerhard Hortsman diyar kir ku ew niha 10 pêşmergeyna li ser bikaranîna kamyonên leşkerî û otomobîlên zirhî yên ji curê “Dîngo” perwerde dikin.
Wî efserê almanî da zanîn ku ew pêşmerge dê 26ê vê mehê vegerin Kurdistanê.
Pêşmergeyên han li navendeke leşkerî ya artêşa Almanyayê li nêzîkî bajarê Bremenê tên perwerdekirin.
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen jî beriya niha behsa vekirina navenda fêrkirin û perwerdeya leşkerî li Hewlêrê kiribû. Leyen û Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier her dem hewla zêdekirina hevkariyên Almanya didin di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de.
Wezareta Parastinê ya Almanya jibilî alîkariyên leşkerî, di warê pijîşkî de jî alîkariya hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dike. Hikûmeta wî welatî jî ku ji koalîsyona Partiya Sosyal Demokrat û Yekitiya Xirîstiyan Demokrat pêk tê, ji vê yekê agahdar e.
Li gorî qanûnên Almanya, eger hêzên Almanya rasterast tevlî şer nebin wê demê pêwîst nake parlamento li ser vê mijarê biryar bide lê divê cihê wan ji eniyên şer dûr be.