Amerîka: Me sîxurî li dijî Merkel nekiriye

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Amerîka Barack Obama di pêwendiyeke telefonî de, ji Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re tekez kir ku Wahington pêwendiyên wê yên telefonî guhdar nake.

Berdevkê Koşka Spî, Jay Carney diyar kir ku Obama û Merkel tirsên Almanya derbarê ku CIAyê sîxuriyê li ser telefonên Merkel dike, guftûgo kirin.

Rojnameya Le Monde ya fransî belav kiribû ku dezgehên îstixbarata Amerîka sîxuriya telefonî li ser bi melyonan hemwelatiyên Fransayê û serokê Meksîkê jî kirine.

Belavkirina van zanyariyan bûye sedema diltengiyeke mezin li Ewropa û Cîhanê, bi taybetî jî li Fransa ku daxwaza zelalkirinê li Amerîka dike.

Lê serokê CIAyê James Klaber ragihand ku zanyariyên rojnameya Le Monde ne rast in.