Erdogan: Sûriye hîn ji aramiyê dûr e

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan di Lijne Giştî ya NYyê de got "Di 14emîn sala aloziyê de mixabin Sûriye hîn ji aramiyê dûr e."

Her wiha Erdogan got, "Serkeftina projeya Rêya Bipêşketinê bi jinavçûna gefên terorê ve girêdayî ye."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di 79emîn Civîna Lijne Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de behsa şerê li Xezeyê, rewşa Filistînê û mijarên di rojeva Tirkiye, Cîhan û welatên herêmê kir.

Îraq û PKK

Erdogan behsa rewşa Îraqê û têkoşîna wê ya dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir û got:

"Îraq di mijara geşedan, avahîsazî û yekbûna li gel navçeya xwe  de pêngavên girîng diavêje.

Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide van hewlên Îraqê."

Herwiha Erdogan ragihand ku hevawayê projeya Rêya Bipêşketinê, cibicîkirina wan destpêşxeriyan ku sûdê digihîne temamiya herêmê gelekî girîng e û got:

"Serkeftina temamiya van hewlan jî di serî de PKK bi jinavçûna gefên terorê ve girêdayî ye."

"Sûriye hîn ji aramiyê dûr e"

Li aliyê din Erdogan behsa rewşa Sûriyeyê kir û got:

"Di 14emîn sala rageşiyê de mixabin Sûriye hîn ji aramiyê dûr e. Li wî welatê ku di nav pençeyên teror û rêxistinên dabeşker de ye, rewşa aborî û mirovî metirsîdar e.”

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku ew hêvî dikin li Sûriyeyê di çarçoveya biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de proseya siyasî bê bipêşxistin û lihevkirina niştîmanî pêk bê û wiha pê de çû:

“Em bi biryar in li ser helwêsta xwe ya ji dil a diyaloga berdewam bin.”