Dîplomat dixwazin li Xezeyê yekser agirbest were ragihandin

New York (Rûdaw) – Dîplomatên ku beşdarî civînên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bûne bi rêya Rûdawê xwest ku li Xezeyê agirbest were ragihandin.

Şerê Hemas û Îsraîlê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir û ev zêdetirî 11 mehan e ku şer ranewestiyaye.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

“Em gelekî israr dikin”

Wezîrê Karên Derve yê Şîlîyê Alberto van Klaveren da zanîn ku ew dixwazin li Xezeyê agirbest were ragihandin û got:

“Em gelekî israr dikin ku li Xezeyê pêwîstî bi agirbestê heye. Li wê derê rewşeke awarte heye û divê ev rewş êdî biqede.”

“Xelkê Filistînê heq dike ku xwediyê dewleta xwe be”

Wezîrê Karên Derve yê Botswanayê Lemogang Kwape jî got, “Xelkê Filistînê jî heq dike ku xwediyê dewleta xwe be” û ji bo çareseriyê bang kir.

“Ez ji ber rewşa gelê Filistînê gelekî bifikar im”

Wezîrê Karên Derve yê Hondurasê Eduardo Enrique Reina bal kişand ser girîngiya agirbestê û got:

“Ez ji ber rewşa gelê Filistînê gelekî bifikar im.

Em rewşa ewlehiyê ya Îsraîlê fêhm dikin. Em dizanin hinek çalakiyên terorê hene ku em wan şermezar dikin.

Lê gelekî girîng e ku rewşa mirovan û bi taybetî jî rewşa jin û zarokan li ber çavan be.”

Ev bangên agirbestê tên kirin lê eger heye ku şerê Hemas û Îsraîlê Libnanê jî bide ber xwe lewra Îsraîl êrişên xwe yên li başûrê Libnanê zêde kirine.

Îsraîl ji doh serê sibehê ve êrişî başûrê Libnanê dike û ew dibêje ku Hizbulahê dike hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di van êrişên Îsraîlê de 492 kes hatine kuştin ku 35 ji wan zarok in.

Li gorî daxuyaniyê di van êrişan de hezar û 645 kes jî birîndar bûne.