Blinken ji Rûdawê re got: Civîna me û Sûdanî gelekî baş bû

New York (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, “Civîna me û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî gelekî baş bû.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li New Yorkê civînek kiriye.

Li gorî agahiyên ku Matthew Miller dane, mijarê wekî “petrol” û “aboriya Îraqê” jî hatine rojeve.

“Vekirina boriya petrolê gelekî girîng e”

Antony Blinken di civînê de ji Sûdanî re gotiye, “Vekirina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ji bo berdewamiya hilberînê û ji bo aboriya Îraqê gelekî girîng e.”

Blinken her wiha pesnê wan planan daye ku Îraq dixwaze heta 2030î pêk bîne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî destnîşan kir ku her du aliyan behsa mijarên wekî “rêyên dûrxistina alozî û tevlîheviyan, bihêzkirina pêwendiyên Îraq û Amerîkayê” jî kiriye.

Li gorî Wezaretê, bi taybetî jî qala bipêşxistina pêwendiyên aborî û çandî hatiye kirin.

Blinken û Sûdanî daye zanîn, divê hevbeşiyeke ewlehiyê ya berdewam hebe da ku bibe sedema arambûna herêmê.

Blinken her wiha ji Serokwezîrê Îraqê re gotiye, “Amerîka pêbend e ku alîkariyê bide Îraqê da ku bingeha Îraqeke aram, serbixwe û bisilamet were danîn.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê piştî ku civîn xelas bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Civîna me û Serokwezîrê Îraqê gelekî baş bû.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê ye.