Li Somaliyê êrişa bi barhilgira bombebarkirî: Herî kêm 13 kes mirin, 40 kes jî birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Beledweyneyê yê Somaliyê di êrişa bi barhilgireke bombebarkirî de herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Di encama teqîna bombeya li xala kontrolê ya nêzîkî cihê niştecîbûnê de leşker û sivîl jî di nav de herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku rewşa 20 birîndaran xedar e û ji bo dermankirinê bi balafiran veguhestin nexweşxaneyên Magadîşûyê.

Di encama teqînê de li herêmê gelek avahî hilweşiyan.

Hat ragihandin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Her çend ev êriş piştî operasyonên Hikûmeta Somaliyê ya li dijî El-Şebab a girêdayî El-Qaîdeyê hatibe kirin jî heta niha ti rêxistinê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.