Wezîrê Derve yê Madagascarê: Divê hewldaneke zêdetir ji bo mafê mirovan were dayîn

24-09-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Nîşan Madagascar Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Wezîrê Derve yê Madagascarê Richard Randriamandrato ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ligel çaksazîkirinê ne li Civata Asayişa Navdewletî “Neteweyên Yekbûyî ji piştî kutabûna Şerê Cihanî yê Duyem ve karekî zêde kiriye lê niha dem hatiye ku em rûpeleke nû vekin”.

Wezîrê Derve yê Komara Madagascarê Richard Randriamandrato ku welatekî Afrîkî ye û li New Yorkê ji Rûdawê re axivî, derbarê roldayîna zêdetir bi welatên Afrîka li Civata Asayişa Navdewletî got “Em dengê xwe li dengê Senegalê zêde dikin ku ligel Yekîtiya Afrîqayê ew pêşniyar amade kiriye.”

Rûdaw: Armanca welatê we ji civîna îsal a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çi ye gelo?

Wezîrê Derve yê Madagascarê: Madagascar li rêkeftina zêdetir a welatan digere bo çareseriya wan hemû pevçûnên ku niha cihan rûbirûyî wan bûye. Madagascar welatekî nû pêgihaştî ye li başûrê rojhilatê Afrîqayê; rast e giravek e, lê em rûbirûyî astengiyên mezin bûne. Êdî ji diyardeya guhertina keşûhewayê bigire heya digihe bandorên şerê Ewropa û bilindbûna enflasyonê li tevaya cihanê û kêmbûna xwarinê li dinyayê. Her lewra em hêvîdar in ku serkirdeyên welat û hikûmetan rewşa welatê me li ber çav bigirin. Çunke em ne berpirs in ji wan hemû bûyerên xerab ku li cihanê diqewimin. Her lewma divê em wêrek bin û em rijdbûna xwe di vî warî de nîşan bidin.

Rûdaw: Gelo li Madagascarê bi nêrîna we bandora şerê Ukraynayê li ser we heye?

Wezîrê Derve yê Madagascarê: Ukrayna dûrî Madagascarê ye. Ne tenê Ukrayna ye jî ku rûbirûyî şer bûye; hin welatên din jî li Asya û Afrîqayê hene ku rûbirûyî aloziyan bûne. Lewra divê em pêşî lê bihizirin ku em aştîyê di navbera welatên cihanê de berqerar bikin. Ya duyemîn jî, divê em bêtarên mirovî li dinyayê nehêlin. Em li navçeya xwe bêalî dimînin. Lê em dixwazin hewlên zêdetir derbarê pirsa mafên mirov û kêşeyên mirovî werin dayîn.

Rûdaw: Pirsa min a dawî. Gelo helwesta we li ser pirsa reforma li Civata Asayiyê çi ye?

Wezîrê Derve yê Madagascarê: Bê guman em ligel wê çaksaziyê ne. NY piştî kutabûna Cenga Duyem a Cihanê karekî zêde kir, lê niha dem hatiye ku em rûpeleke nû vekin. Wek mînak, derfeta zêdetir bi welatên afrîqî were dayîn. Em jî dengê xwe dixin tenişta Sengalê ku ligel Yekîtiya Afrîqayê ew pêşniyar amade kiriye û em bi temamî piştevaniyê lê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst