Li Îtalyayê dê sibe hilbijartin werin kirin; dibe ku siyasetmedara jin ya rastgir Meloni bi ser bikeve

24-09-2022
RÛDAW
Nîşan Îtalya Hilbijartin Rastgir Giorgia Meloni
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya hilbijartinên giştî yên li Îtalyayê yên di 25'ê Îlonê de dema kampanyaya partiyên siyasî bi dawî bû. Li gorî rapirsiyan hilbijartinê Seroka Partiya Brayên Îtalyayê ya rastgira tundrew Giorgia Meloni li pêş e.

Li Îtalyayê partiyên siyasî ji bo hilbijartina giştî ya sebê, mîtîngên xwe yên dawî duh pêk anîn.

Seroka partiya rastgir tundrew a Brayên Îtalyayê (FdI) Giorgia Meloni ku di rapisiyan de yekemîn derket, mîtînga xwe ya dawî li bajarê Napoliyê li dar xist.

Meloni li ser binavkirina partiya wê weke "post-faşîst" wiha got “Kampanya û bernameya Birayên Îtalyayê li ser esasê parastina azadiyê ye, ji ber vê yekê jî zehmet e ku mirov bawer bike dema em bûn desthilat, em dê azadiyê kêm bikin.”

Çepgirê navendî Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (PD) Enrîco Letta ku li gorî rapirsiyan di rêza duyem de ye li Meydana Popolo ya Romayê mîtînga xwe ya dawiyê li dar xist.

Letta li dijî pergala serokatiyê ya ku ji aliyê FdI ve hatî pêşniyar kirin derket û dibêje “Me parastina Destûra Bingehîn a Îtalyayê hilbijart ku ji berxwedan û antî-faşîzmê çêbûye. Em destûr nadin ku makeqanûna herî bedew a cîhanê ji aliyê rastgiran ve bê serûbinkirin.

Li Îtalyayê dengdana ji bo hilbijartinên giştî yên ku dê parlementerên heyama 19emîn a qanûndanînê diyar bikin, sibe li gor saeta herêmî saet 07:00an dest pê dike û heta saet 00:00ê şevê dewam bike.

Di rapirsiyan de Meloni li pêş e

Li gorî qanûna hilbijartinan a Îtalyayê, 15 roj beriya hilbijartinan li welat ti rapirsî nayên weşandin.

Li gorî rapirsiya herî dawî ya ku di 10'ê Îlonê de hatin weşandin de, partiya rastig a tundrew Brayên Îtalyayê ya di bin serokatiya Giorgia Meloni de di rêza 1em, Partiya Demokrat (DP) di bin serokatiya çepgirê navend Enrîco Letta de di rêza 2yem, Partiya Lig a rastgir a tundrew a bi serokatiya Matteo Salvînî di rêza 3yem, Tevgera 5 Stêrk (M5S) bi serokatiya serokwezîrê berê Giuseppe Conte di rêza 4em, Forza Italia (FI) bi serokatiya yek ji serokwezîrên berê yê rastgirê navend Silvio Berlusconi di rêza 5emîn de cih digrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst