Wezîrê Derve yê Qibrisê Ioannis Kasoulidis li ser pirsgirêkên wan ên bi Qibrisê ji Rûdawê re ragihand, “Min di asta civaka navdewletî de jî ti kes nedîtiye ku piştgiriya Tirkiyê bike.”
Wezîrê Derve yê Qibrisê Ioannis Kasoulidis roja 22ê Îlona 2022an, ji bo beşdariya civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû û li ser hilweşandina qedexeya firotina çekan ji aliyê Amerîkayê ve ji Rûdawê re got, “Ev biryara Amerîkayê di aliyê siyasî de tê wê wateyê ku em niha welatek in ku bi Amerîkayê re ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê li rojhilata Derya Spî kar dikin” lê ew ne di baweriyê de ye ku ew bikaribin ji Amerîkayê çekan bikirin “ji ber ku berî her tiştî divê ji bo vê pereyê me hebin.”
Wezîrê Derve yê Qibrisê Ioannis Kasoulidis bersiva pirsên Rûdawê da:
Rûdaw: Armanca welatê we ya beşdariya di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal de çi ye?
Wezîrê Derve yê Qibrisê: Belê, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derfetek e ji bo welatan ku bi hev re bicivin. Ev jî tiştekî wisa ye dibe ku di rewşeke normal de ne hêsan be. Ji ber vê yekê em di vê demê de gelek civînan dikin.
Rûdaw: Hûn wek Qibris di vê lûtkeyê de çawa nîgeraniyên xwe yên bi cîranê xwe Tirkiyê re hene tînin ziman?
Wezîrê Derve yê Qibrisê: Belê, em jî fikarên xwe tînin ziman lê rê bide ez bêjim ku li vê dinyayê tenê Tirkiye wek welat nîne. Mijara peywendiyên derve, ne tenê mijara vîzeya bi Tirkiyê re ye, rayedarên wî welatî alîgirê çareseriyê bin jî nebin jî. Gelek tiştên me yên din hene ku em bi wan re mijûl bibin.
Rûdaw: Nûçeyên mezin ên Qibrisê yên îsal çi ne?
Wezîrê Derve yê Qibrisê: Li gorî min nûçeya mezin ji bo Qibrisê îsal guherîna siyaseta aliyê Tirkiyê ye ku teqezî li ser çareseriya aloziyê li ser esasê du dewletên xwedî serweriya wekhev dike. Li ser asta civaka navneteweyî jî min nedîtiye ku ti kes piştgiriya Tirkiyê bike. Ev jî ji bo Tirkiyê wisa dike ku bi zehmetî bigihêje armancên xwe.
Rûdaw: Amerîkayê ambargoya çekan li ser Qibrisê rakir, ev dê çi biguhere û hûn çawa pêşwaziya vê yekê dikin?
Wezîrê Derve yê Qibrisê: Ev pirseke siyasî ye, ne tenê pirseke berevaniyê ye. Ez dixwazim teqez bikim ya ku Qibris dike tenê berevanî ye. Em qet nafikirin ku çek û artêşê li dijî welatekî din bikar bînin lê çek û artêşên me ji bo berevaniya me bi xwe ne. Ev xala yekem e. Ev biryara Amerîkayê di aliyê siyasî de tê wê wateyê ku em niha welatek in ku bi Amerîkayê re ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê li rojhilata Derya Spî kar dikin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e, gelo dê di pêşerojê de rêkeftineke mezin ya berevaniyê di navbera Amerîka û Qibrisê de were kirin?
Wezîrê Derve yê Qibrisê: Nizanim. Ez tenê Wezîrê Derve me û divê vê pirsê ji Wezîrê Berevaniyê bikin lê na. Ez nafikirim ku ew dikare were kirin, ji ber ku berî her tiştî divê ji bo vê pereyê me hebin.
Rûdaw: Gelek spas.
Wezîrê Derve yê Qibrisê: Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse