Îranê înternet qut kiribû: Amerîkayê dest bi pêngava belavkirinê înternetê kir

24-09-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Înternet Jîna Emînî Antony Blinken Elon Musk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebiriya Amerîkayê tevî sizayên li ser Îranê lîsansek giştî derxistiye ku destûrê dide berfirehkirina xizmetên înternetê yên ku ji Îraniyan re pêşkêş dikin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê derbarê xismeta înternetê li Îranê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand lîsansa giştî ji bo zêdekirina piştgiriya azadiya înternetê li Îranê hatiye dayîn.

Di daxuyaniya wezaretê de hate desnîşankirin ku li Îranê piştî ku keça Kurd Jîna Emînî bi hinceta “pabendî rênimayên sergirtinê nebûye” hatibû desteserkirin û bi îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest dabû xwepêşandan hatibûn destpêkirin û li ser vê yekê hikûmeta Îranê înternetê sînordar kiriye.

Herwisa bal kişand ser vê yekê ku Amerîkayê ji bo piştevanîkirina ji herikîna azad a agahiyan û gihandina zanyariyên li ser bingeha rastiyan ji bo gelê Îranê ketiye tevgerê.

Di daxuyaniyê de diyar kir ku ev lîsansa giştî, ji gihîştina xizmeta zanyarî ya ewr (cloud) heya amûrên çêtir ên ji bo baştirkirina ewlehî û nepenîtiya serhêlê, dê rê bide kompaniyên teknolojiyê ku bêtir xizmeta dîjîtal pêşkêşî mirovên li Îranê bikin.

Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo di daxuyaniya ya di derbarê mijarê de got “

Di demeke ku Îraniyên wêrek ji bo ku kuştina Masha Emînî protesto bikin derdikevin kolanan, Amerîka piştevaniya ji bo herikîna azad a agahiyan ji gelê Îranê re du qat zêde dike.”

Adeyemo diyar kir ku bi lîsansa giştî ya ku hatiye weşandin, wê berferehiya xizmetên înternetê yên ku ji bo Îraniyan tên pêşkêşkirin, berfireh bike, ew alîkarîya gelê Îranê dikin ku ji bo sekinîna li hember hewildanên hikûmetê yên çavdêrîkirin û sansorkirina wan baştir bibin xwedî hêz.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di derbarê heman mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyekê belav kir û got “Me îro tevgerê kir ji bo pêşdebirina azadiya Înternetê û herikîna azad a agahîyan ji bo gelê Îranê, û Lîsansa Giştî derxist da ku ji wan re gihandina zêdetir ji peywendiyên dîjîtal re peyda bike ku li hember sansûra hukûmeta Îranê bisekinin.”

Herwiha Rêveberê Cîbicîkarê Kompanya Tesla û SpaceXê Elon Musk jî got ji bo peyadakirina înternetê bo gelê Îranê tweetek parve kir û got “Starlink tê çalakkirin...”

Piştî mirina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê xwepêşandan destpê kirin.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û piştî demekê ku di komayê de ma û canê xwe ji dest da û di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn û li Rojhilat û Îranê xwepêşandan destpê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst