Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re: Divê dewlet berpirsiyariya parastina mafê kêmneteweyên xwe hilgirin

24-09-2022
RÛDAW
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re: Divê dewlet berpirsiyariya parastina mafê kêmneteweyên xwe hilgirin
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re: Divê dewlet berpirsiyariya parastina mafê kêmneteweyên xwe hilgirin
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Stêphane Dujarric
A+ A-

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stêphane Dujarric ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di gotara xwe ya îsal de li lûtkeya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nexwestiye “xelkê bitirsîne” lê ji ber wê yekê ev gotina xwe kir çimkî “veqetînê dibîne” ku di navbera welatan de heye.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî, zelal dike ku Neteweyên Yekbûyî cihê dewletan e, lewma cihê neteweyekî deh milyonî wek Kurdan tê de nabe.

Lê derbarê karê edîtorê siyasî yê Tora Medyayî ya Rûdawê li Neteweyên Yekbûyî, dilê bînerên Rûdawê dixe cih de û dibêje “Ez diwazim ji wan re bibêjim pir bi başî ji hêla te ve tên nûnertîkirin li vir, li Neteweyên Yekbûyî”.

Rûdaw: Ez dixwazim ji vê lûtkeya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dest pê bikim. Niha em di roja wê ya sêyemîn de ne û hîna kuta nebûye. Lê gelek tişt di sê rojên çûyî de qewimîn. Armanca Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di vê gumbetê de çi ye. Gelo geşbîn e derbarê bidestxistina armancên ku wî di vê lûtkeyê de hene?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Berî her tiştî, bi nêrîna min, tişta ku pir giring e derbarê vê gumbeta Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hevdîtina rûbirû ye; berî 2 salan me bi tevahî bi online kir û par jî hejmara beşdaran pir hatibû sînordarkirin, lewra niha cudahî tê dîtin. Hol tije bûn û gelek gotûbêjên dîplomatîk tên kirin. Wezîr û serokên welatan ku nikarin bi asayî hev bibînin, niha dikarin gotûbêjeke asayî bi hev re bikin. Ev jî beşeke mezin a armanca Neteweyên Yekbûyî ye. Tişta ku giring e ne tenê armancên Sekreterê Giştî ye, lê vegerandina serkirdên cîhanê li ba hev e û piştrastkirina siyaseta piştevanîkirina wan ji bo Neteweyên Yekbûyî ye; her wisa bidestxistina piştgiriya serkirdên cîhanê ye da têkilî di navbera welatan de hebe. Ev di demekê de ye ku em rûbirûyî hin pirs û pirsgirêkan bûne ku çareserkirina wan tenê bi rêya hebûna têkiliya navbera welatan dibe.

Rûdaw: Niha tertûbelaviyeke zêde heye. Cara pêşî ye ku em di cîhaneke pir cemser de ne. Ev erkê Neteweyên Yekbûyî çawa girantir dike? Xasma di dema hebûna pirsgirêkeke mezin a wek Ukraynayê de?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Bi nêrîna min, te bi xwe amaje pê kir. Bi rastî, astengiyeke mezin e. Sekreterê Giştî jî di gotara xwe ya di lûtkeyê de pir vekirî behsa wê tertûbelaviyê kirk u ne tenê bandorê li ser erkên me li Ukraynayê pêk tîne, lê bi giştî bandora wê li ser hemû erkên me yên dîtir jî heye. Ji ber civata ewlekariyê hîna tertûbelav e û bûye kelem li pêşner Neteweyên Yekbûyî da erkê xwe cîbicî bike. Lê ev Neteweyên Yekbûyî û karmendên wê ji pêkanîna erkên wan û alîkariya xelkê ranawestîne.

Rûdaw: Hevoka pêşî ya Sekreterê Giştî pir hişyarker bû, dema got em di pirsgirêkeke mezin de ne. Ev gotin wek zengilê agahdarkirinê bû ji bo gelek kesan, ku dîplomatkarekî bi wî rengî bi vê radeyê reşbîn be. Çima wisa got?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Sekreterê Giştî ev gotin negot da xelkê bitirsîne. Lê ji ber wê yekê ev gotin got çimkî ew rastbîn e. Ew dibîne ku cîhan çawa ye; herdem ligel welatên endam di têkiliyê de ye, lewra jihevveqetînê dibîne. Lê wek tu dizanî 5 çirkeyan piştî wê di gotinên wî de hêvî jî dihat dîtin. Dema behsa wê yekê kir ku programa xwarinê ya cîhanî bi keştiyê dexlûdan ji Ukraynayê ji bo cîhanê vediguhêze.

Rûdaw: Wek me dît Ukrayna mijara sereke ya vê civînê bû. Lê niha hin kêşeyên din jî hene wek a ku li Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê û Iraqê diqewime; Sûriya hîna di şer de ye û Yemen jî hîna kêşeya wê heye. Wisa dixuye ku ev ji çend aliyan ve hatine jibîrkirin, çimkî tew ne beşek bû ji programa vê gumbeta Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Bi baweriya min, eger bi awayekî ji aliyê medyayê ve hatibe jibîrkirin, nayê wateya ku Sekreterê Giştşî jî ew ji bîr kiribe; îro civîneke wî li ser rewşa navçeya Sahîlê dibe, dîsa îro civîneke wî ya din li ser peydakirina pereyên bêtir bo penaberên Filistînê dibe. Her wisa civîneke wî jî li ser mijara keşûhewayê heye. Lewra bala wî li ser tevaya pirsgirêkan e. Lê rast e ku bala medyaya cîhanî bêtir li ser Ukraynayê ye û îro jî li civata asayîş civîneke me ya mezin li ser Ukraynayê hebû.

Rûdaw: Mijara dawîn ku ez dixwazim bi te re behs bikim, gotinên serok Biden e ku di gotara xwe de li lûtkeya komeleya giştî amaje pê kir. Wî wek serokê Amerîka piştevaniya xwe bo refoma li civata ewlekariyê nîşan da. Ez dixwazim ji bînerên me zelal bikim, civata ewlekariyê ji 15 endaman pê hatiye ku 5 ji wan endamên herdemî ne û 10 endamên din jî neherdemî ne û her 5 endamên herdemî jî xwedan desthilata veto ne. Di heyama 20 salên çûyî de gotûbêjeke zêde li ser reformkirina tê de û guhertina pêkhateya wê û zêdekirina welatên din di nêv de hatiye kirin. Wek Brazîl, Hindistan, Tirkiyê û yên dîtir jî. Amerîka daxwaza wê vê dike, wateya vê çi ye?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Refrom li civata ewlekariyê mijarek e welatên endam bi dehên sala ye gotûbêjê li ser dikin. Sê sekreterên giştî Antonio Guterres jî tê de, bo vê mijarê kar kirin. Li gor me, reform pêwîst e. Çimkî civata ewlekariyê dilê erkê Neteweyên Yekbûyî ye di dabînkirina aştî û ewlehiyê de. Her wisa ew 5 endamên sereke ku hene, niha wek 1945 nûnertiya cihanê dikin. Lê pêwîst e wek 2022 rengvedana cihanê bin. Ev jî di dilê berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Niha jî ya ku giring e her kes jê fêm bike ew e ka ew reform çawa dibe? Çi bi desthilata vetoyê tê? Firehkirina endamên herdemî û ne herdemî dê çawa be? Ev hin guhertin in ku divê welatên endam biryarê li ser bidin. Serwext im jî di çend salên çûyî de, gotûbêjên zêde di vî alî de kirine û bê guman jî eger endameke sereke wek Amerîka li dor reformê bipeyive dê bandora wê hebe.

Rûdaw: Ma bi dîtina te pêwîst e ku ev reform neteweyên din jî li xwe bigire? Wek mînak, kurd ku niha neteweyekî 60 milyon kesî ye, lê ez kurdê tikîtenê me li avahiya NY, ti kurdekî din lê tune ye, tew ti saziyeke nehikûmî jî ku nûnertiya kurdan yan miletên din bike li vir tune ne. Kengî wisa li Neteweyên Yekbûyî tê ku ne tenê dewlet tê de beşdar bin, yan ma ev karekê zehmet e?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Dilê vê rêxistinê, eger tu li danezana wê binêrî, tu yê bibînî ku rêxistineke li ser bingeha endamtiya dewleta ava bûye. Lê tişta ku giring e endamên vê rêxistinê mafên tevaya xelkên xwe diparêzin bi kêm-neteweyên xwe ve jî. Ev jî tiştek e divê welat berpirsiyariya wê hilgirin. Her wisa derbarê civaka mirovî û saziyên nehikûmî, em hewl didin maseyê berfireh bikin. Çimkî gelek pirsgirêk hene divê li civakên mirovî guhê me lê be. Her wisa em giringiyê didin sîstema bankî, teknolojî û guhertina keşûhewayê. Lewma em li ber civaka mirovî vekirî ne. Lê eger tu li dilê Neteweyên Yekbûyî binêrî, ku destûra me ye, em rêxistinek in ku endamên me dewlet in.

Rûdaw: Pirsa dawîn Stêphane (Stefan). Ev heyama 7 salan e tu ji temaşevanên me re diaxivî. Ez wek peyamnêrê Rûdawê ji bo her pirsgirêk û kirîzekê hatime nik te da ez ji te bipirsim. Niha tu dikî li Herêma Kurdistanê û li ba kurdan navdar bibî. Ti gotineke te heye tu ji temaşevanên me re bêjî?

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Ez dixwazim ji wan re bêjim pir bi başî ji aliyê te ve têne nûnertîkirin li vir li Neteweyên Yekbûyî. Bi rastî, bi nêrîna min, divê medyayên zêdetir hebin karên Neteweyên Yekbûyî veguhêzin. Çimkî tişta li New Yorkê diqewime, bandoreke wê ya cîhanî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst