Şansê partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê bo cihgirtina Merkel mezin e

24-09-2021
Zinar Şîno
Li gor rapirsiyan, partiya Sosyal Demokrat dê di hilbijartinên 26ê Îlonê yên Almanyayê de biserkeve, û Olaf Scholz berbijêrê partiyê ye bo Rawêjkariya Almanyayê. Wêne: AFP
Li gor rapirsiyan, partiya Sosyal Demokrat dê di hilbijartinên 26ê Îlonê yên Almanyayê de biserkeve, û Olaf Scholz berbijêrê partiyê ye bo Rawêjkariya Almanyayê. Wêne: AFP
Nîşan Almanya
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Li gor rapiriyeke herî nû li Almanya, Partiya Sosyal Demokrat piraniya dengên parlamentoya federal a wî welatî bi dest tîne. Berbijêr û berpirsên wê partiyê dibêjin, rewşa wan baş e û bi plan û kesayetên bihêz tevli hilbijartinê bûne.

Di du gerên derbasbûyî yên parlamentoya federal a Almanyayê de, Andreas di warên enerjî, aborî û mijarên pêwendîdar bi akincîkirinê, wek parlamenter kariye navûdengekê ji xwe re peyda bike.

Andreas û tîmeke xwebexş ên endamên partiya wî, di qadeke bitevger a bazneya wî ya hilbijartinan de bala xelkê ji bo programên xwe û partiya Sosyal Demokrat dikişînin.

Andreas Rimkus, endamê parlamentoya federal a Almanyayê ji Partiya Sosyal Demokrat dibêje, “Em pişka çalak bûn di hikûmetê de. Em bi hêvî bûn. Me dixwest hin tiştan biguherin; hin tiştan baştir bikin. Di warê min ê siyaseta enerjî û aborî de, gelek tişt hene ku divê em bikin. Enerjiya tavê bi diyarî digihe me, bi baweriya min divê em bi kar bînin û tiştekî baş ê berdewam bo me tevan bikin. Eva hêza min a karkirinê bû. Em ji aliyê Kirîstiyan Demokratan ve hatine sekinandin, lê em bi kêfxweşî ve di hikûmeta nû de, dê di bin pêşengiya Olaf Scholz de bi awayekî bihêz biçin pêş û armancên sozdariyê destnîşan bikin.”

Wezîrê Darayî û Cîgirê Merkelê ye ji pişka partiya xwe di kabîneya çarê û ya dawî ya Merkel de, û berbijêr e bo Rawêjkariya Almanyayê, eger partiya wî piştî encamên hilbijartinan bibe partiya xwedî dengên herî zêde.

Li parlamentoya herêma North Rhine-Westphalia ku herêma herî pir akincî ya Almanyayê ye, Serdar Yuksel ku kurdekî Bakurê Kurdistanê ye, û parlamenter û berpirsê Sosyal Demokratan li bajarekî mezin e, bûye kandîd. Ew dibêje, di siyaseta partiya Sosyal Demokratan de li Ewropayê di salên derbasbûyî de krîzek hebû, lê ji bo hilbijartinên vê carê program û kesayetên bihêz hene.

Serdar Yuksel, endamê parlamentoya herêma North Rhine-Westphalia dibêje, “Bi baweriya min tiştekî din di van hilbijartinan de heye, xelk guhertinê dixwaze û tiştekî din din jî cuda ji hilbijartinên berê heye; program û kes. Program û berbijêr gelek bi awayekî bêhempa ligel hevdu diguncin. Partiya Sosyal Demokrat di kongreya xwe ya dawî de biryar li ser programeke wêrekane bo hilbijartinan daye, herwiha ew şaşiyên berê me kiribûn, di programa hilbijartinan de hatine sererastkirin.”

Di bazara kar de, Sosyal Demokrat daxwaza zêdekirina heqdestê her demjimêreke karkirinê bo 12 euroyan dikin, malnişînî seqamgîr be û rêgirî li buhabûna berdewam a kirêya yekeyên akincîbûnê bê kirin û Almanya ji rêgiriya zirarên guhertina keşûhewayê paş nekeve.

Andreas Rimkus, siyaseta enerjiyê û bi taybet jî ya ji alav û teknolojiya nû tê afirandin, wek şûrekî du serî dibîne, ku dikare aştî û şer, li gorî bikaranîna wê bi xwe re bîne.

Andreas Rimkus wiha dibêje, “Siyaseta enerjiyê dikare ber bi şer an aştiyê bê birêvebirin û ez dixwazim biçim rêya aştiyê li gel Velî Brand ê mezin, rehma xwedê lê be. Armanca min ev e li biyabanê li Afrîqayê mirov ji têhna nexeniqin û di deryaya naverast de mirov bin av nebin û pêwîst nebe fermanê bi şeş keştiyên geryanê bikin ji ber ku li derdorên deryaya naverast em hevbeşên enerjiyê peyda dikin û ev çend du alî û pir alî jî hevkar dibe û em dawiyê bigihin wê diristbûna aştbûnan ku aştî di navbera Tirk û Kurdan de, di navbera Filistînî û Îsraîliyan de çê bibe.”

Di siyaseta derve de, Sosyal Demokratan hewl daye siyaseteke aştiyê li gor rêbaza xwe ya kevnar û serdema nû pêk bînin, lê rexne jî li wan tê girtin ku tenê piştgiriya dewletan dikin û wek dibêjin, piştevaniyê li mafên mirovan û prensîpênm demokrasiyê ji bo grûpên netewî û olî yên zilmlêkirî yên di nav dewletên cuda de nakin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst