Artêşa Niştîmanî ya Lîbya: Serkirdeyê DAIŞê li bakurê Afrîqayê kurdekî Iraqê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand, di nîveka vê mehê de, wan jinavbirina şaneyeke çekdarên DAIŞê ku ji 9 kesan pêk dihat, li bajarê Sebhayê ragihand û diyar kir, piştî lêkolînan derketiye holê ku yek ji kuştiyan ku serkirdeyekî rêkxistina DAIŞê li bakurê Afrîqayê bûye, kurdekî Iraqê bûye.

Lîwa Ehmed Mismarî, Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ku General Hefter serpireştiya wê hêzê dike, di daxuyaniyekê de ragihandiye, 15ê vê mehê di konferanseke rojnamevanî de wan aşkere kiribû ku şaneyeke çekdarên DAIŞê li taxa Ebdulkafî ya bajarê Sebhayê ji aliyê hêzên wan ve hatine jinavbirin, ku ew kom ji 9 çekdaran pêk dihat û du hevjînên çekdarên DAIŞê jî hatibûn girtin.

Ehmed Mismarî diyar kir, wê demê wan ragihandibû ku serkirdeyê rêxistina DAIŞê li Lîbyayê yê naskirî bi Ebdullahê Lîbya di nava kuştiyan de ye, lê piştî lêkolînên hûrtir û girtina çekdarekî din ê DAIŞê li navçeya Xedwe, derketiye holê ku kesê kuştî navê wî Ebû Meaz Iraqî bûye ku wek Ebû Ebdullahê Iraqî jî dihat naskirin û serkirdeyê DAIŞê li bakurê Afrîqayê bûye.

Li gor Mismarî, Ebû Ebdullahê Iraqî di 12 Îlona 2014an de li gel Ebdulezîz Enbarî bi pasporteke saxte ya Lîbyayê bi rêya Tirkiyê derbasî nav axa Lîbyayê bûye. Bi gotina Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê, Ebdulezîz Enbarî bi biryara Ebûbekir Bexdadî weke Emîrê Rêxistina DAIŞê li Lîbya û Ebû Ebdullahê Iraqî jî weke cîgirê wî hatibûn destnîşankirin.

Lîwa Ehmed Mismarî herwiha dibêje, piştî kuştina Ebdulezîz Enbarî di sala 2015an de ji aliyê artêşa Lîbyayê ve li Derne, Ebû Ebdullahê Iraqî bûye serkirdeyê rêxistina DAIŞê li bakurê Afrîqayê û tekez dike, “li gor zanyariyên destpêkê, Ebû Ebdullahê Iraqê navê wî yê resen Ebdullah Rubî ye û Kurdê Iraqê ye”.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku General Xelîfer Hefter fermandariya wê dike, piraniya rûberê wî welatî kontrol dike û welatên weke Misir, Îmarat û Rûsya piştgiriya wê dikin.