Rûsya dê moşekên S-300 bide Sûriyê

Moskow (Rûdaw) - Rûsya dê di maweya du heftiyan de sîstema nû ya Berevaniya Esmanî ya S-300 bide Sûriyê.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê generalê artêşê Sergey Şoygû ragihand: “Di maweya du heftiyan de  ji Hêzên Çekdar ên Sûrî re wê sîstema moşekan a berevaniya esmanî S-300 bê şandin.”

 

Sergey Şoygû da zanîn ku sîstema S-300 dikare di kûrahiya 250 km de hemû amrazên êrîşê yên hewayî tune bike di heman demê de dikare li çend hedefan bide.

 

Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ku S-300 dê şîyana şer a Berevaniya Esmanî ya Sûrî gelekî xurtir bike.

 

Sergey Şoygû got: “Em mecbûr man gavên wiha bavêjin bo ewlekariya leşkerên xwe biparêzin û sedema wê jî çalakiyên artêşa Îsraîlê yên di nava axa Sûriyê de bû.”

 

Şoygû eşkere kir: “17ê Îlonê firokêya Rûsyayê IL-20 li devera parêzgeha Idlibê çavderiya rewşê dikir, di wê heman demê de 4 firokêyên Îsraîlê F-16, li parêzgeha Laziqiyê bordûman dikirin, lê pêş ku destpêkirina êrîşê, berdevkê hêzên esmanê yên Îsraîlê, bi rêya xeta gerim, kordînatorê firokêyên xwe nedane leşkerên me, tenê ji me re gotin, firokêyên wan li bakurê Sûriyê çalakiyan dikin, lê di rastiyê de firokêyên wan li rojavayê Sûriyê bordûman dikirin, wan çalakiyan jî rê neda firokêya IL-20 bifire cîhekî ewle. Ev jî bû sedem ku 15 hevalên me jiyana xwe ji dest bidin, wan çalakiyan jî em mecbûr kirin, em tebîrên xwe werbigirin, di çarçovêya fermana serokê Rûsyayê de, Wezareta Beravaniyê ya Rûsyayê daku ewlekariya leşkerên xwe biparêze me biryar da em sîstema parastina esmanên Sûriyê bihêz bikin .”

 

Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê herwiha diyar kir: “Yekem di hundirê du hefteyan de, emê sîstema pêşketî S-300 radestî artêşa Sûriyê bikin, dikare di dûrahiya 250 kîlometran di esmanan de hemû mûşekê bîne xwarê û çar hedefan bike armanc, ev ê jî hêzeke gelekî mezin bide hêzên esmanî yên artêşa Sûriyê, ez destnîşan bikim, di sala 2013 an de li ser daxwaza Îsraîlê, me sîtema mûşekan S-300 radestî Sûriyê nekir ya ku amadebû em ji wan re rêbikin û hemû amadekariyên leşkerên Sûrî bo bikaranîna wan mûşekan temam bibû. Îro rewş hate guhartin, di vê de jî ti tawanekî me nîne.”

 

Sergey Şoygû eşkere kir: “Duyem hêzên berevaniya esmanan yên Sûriyê dê bi sîstema berdana mûşekan were pirkirin ya ku tenê di destê artêşa Rûsyayê de heye, ew jî rê bide hemû hêzên artêşa Sûriyê di navendekî de kar bikin û di heman demê de dê çavderiya esmanan bike û di bileztirîn dem de jî hedefê destnîşan bike. Ya herî girîng êdî hêzên Sûriyê bi awayekî garantî hemû hêzên Rûsyayê li Sûriyê biparêzin. Sêyem di Deryaya Navîn bi rêya GPS kamersanayî em hemû sînyalan bidine tefandin ev jî dê serên gerim wê sar bike û rê liber ganên ne bîrkirî bigire yên ku bixwazin metirsiyê li ser hêzên me yên leşkerî çêbikin, eger em mecbûr kirin, emê bersivê bidin.”

 

Roja yekşemê, Nûnerê Fermî yê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di brîfînngeke taybet de dubare ji ber xistina balafira rûsî ya IL-20 li nêzî Lazqiyeya Sûrî rasterast Hêzên Esmanî yên Îsraîlê tewanbar kiribû.

 

Beriya rojekî fermandarê Hêzên Esmanî yên Îsraîlê serdana Moskow kiribû û zanyariyên hûr li ser bûyera xistina balafira Rûsî  ji aliya serbazên Sûrî radestî Wezareta Brevaniya Rûsyayê kiribû.

 

Balafira Rûsî ya îstîxbaratê IL-20 şeva  17 Îlonê bi moşeka S-200 a sîstema berevaniyê ya Artêşa Sûriyê ve hatibû xistin û 15 serbazên Rûs têde miribûn. Rûsya tekez dike ku balafirên Îsraîlê F-16 xwe li pişt wê balafirê veşartibûn û lewma jî balafira Rûsî bûye hedefa moşekên S-200.