Konsulê berê yê Fransayê: Serxwebûn nêzîk e

Parîs (Rûdaw) – Konsulê berî yê Fransayê li Hewlêrê Fredrîc Tîsso piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê lê hişyariyê jî dide kurdan û dibêje: “Divê kurd yekîtiya xwe biparêzin. Ji ber ku piştî giştpirsiyê dê dijminên we hewl bidin yekgirtina we xirabikin.”

 

Konsulê berî yê Fransayê li Hewlêrê Fredrîc Tîsso bi neçarî rûniştiye, pirtûka bi navê “Zilamê li ser piyan” di destê de ye û rûpelên çîroka jiyana xwe û dîroka digel Kurdistanê vedide.

 

Di mala xwe ya Parîsê de, Konsulê berê yê Frensayê li Hewlêrê Fredrîc Tîsso, ji nav rûpelên pirtûka xwe, ji me re, behsa bersiva xwe ya li ser mijara giştpirsiyê dabû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dike.

Tîsso dibêje: “Gelê kurd dikare dewleta xwe ava bike. Ji aliyê aborî û siyasî ve dikare dewleta wan hebe û birêve bibin. Heta heger ti kesek razî nebe jî kurd dikarin biryara xwe bidin û bigihin serxwebûnê.”

 

Di ahenga piştevaniya giştpirsyê ya li Parîsê de, dilê terr ê Tîssoyê kurdhez, li ber mûzîk û stranên kurdî mîna kevokekê di Qada Komarî de digeriya. Ew dibêje ne dûr e di demekî pirr nêzîk de serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin:

 

“Mirov li vir kombûne û pirr kêfxweş in. Dibe piştî 2,3 rojên din serxwebûnê bidest bixin. Pêngava yekemîn giştpirsî û ya paşî serxwebûn e.”

 

Gencên kurd ên bûne beşek ji civaka Frensayê, ji derdora Tîsso vala nabin. Tenê hevnegirtina kurdan, gef û hereşeya li ser siberoja Kurdistanê ye û dîplomatkarê Parîsî jî vê saloxê dide:

 

“Divê gelê kurd hişyar be û bi hêz kar bike. Divê yekgirtî be û bi yekgirtî bimîne. Ji ber ku piştî giştpirsiyê dê dijminên we hewl bidin yekgirtina we xirabikin.”

 

Fredrîc Tissot dîrok û cografyaya seranserê Kurdistanê dinase û dizane. Ew herweke kurdistanyekî dewleteka serbixwe ji bo kurdan dixwaze û ne dûr e jî bibîne.

 

Di serdema şoreşa kurdî de Fredrîc Tisso rojnamevan bû. Lê dema li Kurdistanê parlamento û hikûmet hebû ew nûnerê welatê xwe bû. Niha li welatê xwe jî dema kurd ji bo serxwebûna Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin, ew mîna kurdekî li her cihekê ku kurd bicivin tê dîtin.