Belçîka firokeyên F-16 bo şerê DAIŞê dişîne

Bruksel (Rûdaw) – Wezaretê Parastinê yê Belçîkayê biryar da ku, bi armanca şerê dijî DAIŞê firokeyên F-16 bişîne.

 

Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Belçîkayê hate dayîn, bi armanca beşdarî operasyona hemberî binkeyên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê bibin, firokeyên F-16 dê bên şandin.

 

Ji bilî firokeyên şer ên DYAyê, firokeyên Fransayê jî li bakurê Mûsilê êriş kiribû ser binke û sengerên DAIŞê.

 

Serokê DYAyê Barack Obama îro di Civata Giştî ya NYê de axivî û got, 40 welatan biryar daye piştevaniya şerê dijî DAIŞê bikin.