Êrişa li Almanyayê DAIŞê li xwe girt

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Solingen DAIŞ Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê êrişa li bajarê Solingenê yê Almanyayê li xwe girt ku sê kes hatibûn kuştin û çend kes jî birîndar bûbûn.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şînor ragihand ku DAIŞê li bajarê Solingenê girt ser xwe.

Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Doh êvarê li gorî dema herêmî saet derdora 21:45an de kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir.

Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye heta niha nehatiye desteserkirin.

DAIŞê diyar kir ku ew êriş ji aliyê endamekî wê rêxistinê ve hatiye encamdan.

DAIŞê dibêje ew êriş wekî tolhildana êrişê li Filistînê ye hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst