Li Almanyayê êrişa bi kêrê: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Solingenê yê Almanyayê li festîvalekê di êrişeke bi kêrê de, 3 kes hatin kuştin herî kêm 6 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Doh êvarê li gorî dema herêmî saet derdora 21:45an de kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir.

Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye heta niha nehatiye desteserkirin.

Ji bo girtina êrişkar xebatên hêzên ewlehiyê berdewam in.