Li Pakistanê ji ber barana gur 15 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sindê ya Pakistanê ji ber barana gut 15 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên medyaya Pakistanê, barana mûsonê ya ku li herêmên cuda yên wekî Sukkur û Şîkarpûrê yên eyaleta Sindê bi bandor bû, tesîreke neyînî li jiyana xelkê kir.

Li seranserî eyaletê ji ber barana gur mal hilweşiyan û 15 kesên di bin kavilan de man û canê xwe ji dest dan.

Peywirdaran destnîşan kir, heta niha li eyaletê baranê tesîr li 900 hezar kesî kiriye û herwiha 26 hezar û 600 xanî jî hilweşiyan.

Her wiha hat diyarkirin, di konên alîkariyê yên hatin vedan de 37 hezar û 500 kes star bûn û 800 serî dewar jî telef bûn.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Bilaval Butto Zerdarî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku alîkariya wan bikin.