VÎDEOGRAFÎK - Çekdarên biyanî di nava DAIŞê de

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê El Qaîde Eymen Zewahirî di 27.06.2011an de daxwaz kir ku êriş li Sûriye bêne kirin, vê daxwaza Zewahirî rê li ber çekdarên îslamî vekir ku ji piraniya welatên cîhanê berê xwe bidin nava Sûriye.

 

Ban Kîmon di 29.05.2015an de eşkere kir ku ji 100 dewletan zêdetirî 25 hezar çekdarên îslamî berê xwe dane nava Sûriye û temenê wan di navbera 15 û 35 salan de ye.

 

Amarên ne fermî behsa hebûna 60 hezar çekdarên biyanî di nava Sûriye de dikin.

 

Di nava welatên erebî, Tûnis, Erebistana Siûdiyê, Mexrib, Cezayir, Urdin û Lubnanê de û di nava welatên Ewropî de Brîtanya, Fransa û Belcîka di pileya yekem de cihê xwe digrin, di aliyê hatina çekdaran de bo nava Sûriyê.

 

Niha hejmara çekdarên biyanî kêm bûye û DAIŞê dest bi leşkeriya bi zorê kiriye.