NIKE ji ber rakirina strana ku Kurd û Kurdistan tê de derbas dibûn rastî rexneyan hat

Hewlêr (Rûdaw) - Du hunermendên ku NIKEê strana wan di reklama xwe de bi kar anîbû û piştre ji ber ku Kurd û Kurdistanê tê de derbas dibûn rakiribû rexne li Nikeê girtin.

Her du hunermendan got ku ev tevger gefek e li ser azadiya raderbirînê û dengê Kurdan marjînal dike.

NIKE bi gotinên 'Dayîkên Kurd' û 'Kurdistan'ê bûbû rojev!

Markaya cîhanî ya cilên sporê NIKE bi gotinên “Ji Londonê heta bi Kurdistanê, ez hez dikim zêrên xwe wekî dayîkên Kurd bi xwe ve kim” bûbû rojev.

NIKEyê di reklama xwe ya herî nû de gotinên strana koma “Bijî”yê bi kar anîn.

Di stranê de gotinên “Ji Londonê heta bi Kurdistanê, ez hez dikim zêrên xwe wekî dayîkên Kurd bi xwe vekim” derbas bidin û NIKE jî di reklama xwe de cih dide heman gotinan.

Reklam bi rêya hesabê fermî yê NIKEê hat belavkirin ku 1,91 milyon şopînerên wî hesabî hene.

Bijî ji aliyê Robin Nazari û Maceo Frost ve hatiye damezirandin.

Koma Bijiyê rapa xwe ya bi navê Gold (Zêr) a ku NIKEyê bi kar aniye 28ê Hezîrana 2023yan belav kiribû.

Piştî 48 saetan rakir

Piştî ku reklam li ser medyaya civakî deng veda, NIKEê piştî 48 demjimêran reklamê ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî rakir.

Rakirina vîdeoyê bû sedema bertekan.

Hunermendê Kurd Robîn Nazarî û derhênerê Swêdî Maceo Frost li ser medyaya civakî derbarê rakirina strana xwe ya di vîdeoyê de daxuyaniyeke hevpar da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bêdengiya Nikeê û nehiştina van îdiayan zirarê daye marka û navûdengê me.

Raderbirîna hunerî mafekî bingehîn e û amûrek ji bo têgihîştina di navbera çandan de ye.

Bêyî hincet rakirina stranê, dengên Kurdî hatin marjînalîze dikin”

Tevgera Nikeê gaveke xeternak e

Her du hunermendan diyar kir ku armanca wan ew e ku bi stranê rêzê li çandan bigirin û hezkirinê li cîhanê belav bikin û wiha bertek nîşan dan:

"(NIKE) bi vê pêngavê mînakeke xeternak ava dike ku hin çand ne layiqê platformeke navneteweyî ne.”