New Zelandê mafê penaberiyê da Bêhrûz Bûçanî

24-07-2020
RÛDAW
Nîşan Bêhrûz Bûçanî New Zeland Kurd Rojhilatê Kurdistanê Îran Awistralya Manus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bêhrûz Bûçanî, nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê di roja jidayîkbûna xwe de mafê penaberiyê ji New Zelandê wergirt.

Bêhrûz Bûçanî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û xwediyê pirtûka  ‘Me Ti Heval Nînin Jibilî Çiyayan’ e ku li kampeke koçberan li girava Manusê ya jêr desthilata Awistralyayê li ser mobayla xwe bi rêya sepana WhatSappê nivîsand û belav kir.

Ew nivîskarê Kurd ji Mijdara sala 2019an ve li New Zelandê ye û piştî ku beşdarî li festîvaleke taybet bi kitêb û nivîsînê kir, hikûmeta New Zelandê biryar da mafê penaberiyê pê bide.

Nivîsîngiha Koçberan a New Zelandê ragihand, hikûmetê biryar li ser pesendkirina daxwaza Bûçanî da û wî niha mafê penaberiyê heye û dikare sûd ji hemû mafên penabertiyê werbigire.

Nivîsîngiha Koçberan a New Zelandê amaje bi wê jî kir, li jêr yasaya sala 1951 û herwiha protokola sala 1967 a penaberan, îtîraf bi mafê wî wek penaber li New Zelandê hatiye kirin.

Medyaya New Zelandê aşkere kiriye, Nivîsingeha Penaber û Koçberan a New Zelandê roja 23ê vê mehê penaberî bi Bêhrûz Bûçanî daye ku roja jidayîkbûna wî ye.

Bêhrûz Bûçanî sala 2013an di belemeke têkşikestî li zeryaya aram li nizêkî Awistralyayê hat rizgarkirin û ji bo maweyê 6 sal e di kampeke li girava Papua New Gine li jêr çavdêriya hikûmeta Awistralyayê maye.

Kitêba Bûçanî jî dengvedaneke zêde hebû û meha Tebaxa derbasbûyî Bêhrûz Bûçanî, Xelata Baştirîn Jiyannameya Salê ya Awistralyayê wergirt, Bûçanî di demekê de ew xelat werdigirt ku bo dema 6 sal bû li kampekî koçberan li girava Manusê dest bi ser de hatibû girtin.

Ew xelat bi ‘Xelata Jiyannameya Navxwe’ nas kiriye û ji aliyê Pirtûkxaneya Niştimanî ya South Wels a li Awustralyayê ve tê pêşkêşkirin. Ew xelat weke giranbihatirîn xelata jiyannameyê ya Awistralyayê tê zanîn û kesê tê xelatkirin jî 25 hezar dolar werdigire.

Penaberê Kurd, Bêhrûz Bûçanî ji girava Manusê bi rêya Whatsappê û peywendiya vîdyoyî beşdarî di merasimê de kiribû û gotarek jî pêşkêş kiribû. Bûçanî di gotara xwe de spasiya civaka edebî û sivîl a Awustralyayê kiribû û gotibû, ew bûne beşek ji berevanîkarên me li hember vê sîstemê, ku mebesta wî hikûmeta Awustralyayê ye.

Bûçanî ku ji sala 2013an ve Îran bicî hiştiye, pêştir di koavara Kurdî ya ‘Wirya’ de kar dikir, derçûyê her du zanîngehên Terbiyet Mu'elîm û Terbiyet Muderîs ên Tehranê ye û hilgirê bawernameya masterê ye di warê zanistên siyasî, cografyaya siyasî û jeopolîtîk. Mamoste ye di beşa zanistên civakî ya Zanîngeha Wels a Başûr de, lêkolîner e li Navenda Koçberên Asyaya ser zeryaya hêmin li Sydney, endamê fexrî yê Grûpa Navdewletî ya Pen e.

Ev ne yekem car e ew nivîskarê Kurd li ser pirtûka ‘Me Ti Heval Nînin Jibilî Çiyayan’ tê xelatkirin, destpêka sala derbasbûyî Bûçanî Xelata Edebî ya Vîktoriya ya Awistralyayê pê hatibû dayîn ku wek giranbûhatirîn xelata edebî ya Awistralyayê tê zanîn. Paşê jî Xelata Edebî ya Welsa Başûr a Nû û Xelata Pîşesaziya Pirtûkan a Awistralyayê pê hatibû dayîn.

Jibilî van xelatên edebî, Bûçanî çendîn xelatên rojnamevanî û mafên mirov jî wergirtine, ji wan jî Xelata Medyayî ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî bo sala 2017an, Xelata Sempozyuma Dada Civakî ya Diyasporayê, Xelata Kursiya Betal a Azadî ya Vîktoryayê bo sala 2018an û Xelata Anna Polîtkoviska bo karê rojnamevanî.

Bêhrûz Bûçanî piştî 6 sal ji destbiserkirina li dûrgheha Manus, roja 13.11.2019an hat azadkirin, ew nivîkarê Kurd piştî azadkirinê, ji rojnamevanan re ragihand, “Ez dixwazim biçim cihekê bijîm, ne wek hejmarekê bêm dîtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst