Bendav teqiya: Bi sedan kes wenda ne

Navenad Nûçeyan - Hat ragihandin ku li başûrê rojhilatê Laosê bendavek teqiyaya û di encam de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî wenda ne.

 

Li gor Ajansa Nûçeyan a Loasê, bendava hîdroelektrîkê ya eyaleta Attapeu teqiya ye û heta niha nayê zanîn ka sedem çi bûye.


Hat zanîn ku ji ber teqîna bendavê 6 gund di bin avê de mane, hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî wenda ne.


Hat ragihandin tîmên bihewarveçûnê bo herêmê hatine çandin û Serokwezîr Thongloung Sisoulith jî cîvîna kabîneya xwe betal kir û ber bi herêmê ket rê.


Berpirsên navçeyê jî bi taybetî xwerak daxwaza hevkariya bilez bo xelkê navçeyê kirin.


Welatê Laosê dikeve alioyê rojhilatê başûrê Aferîkayê.